Garo Paylan: Zêdebûna întiharan rewşa krîza aborî nîşan dide

img
STENBOL – Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm daxuyandibû ku wan siyanur qedexe kiriye. Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, ji bo vê daxuyaniyê got: "Bi qedexekirina madenekê hûn nikarin pêşî li ber întiharan bigirin. Întiharên heyî wêneyê rastiya krîza aborî nişan dide." 
 
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, krîza aborî û bûyerên întiharê nirxandin. Paylan, destnîşan kir ku ji zûvde krîzeke aborî heye û sedema sereke ya vê krîzê jî budçeya ji bo polîtîkayên ewlehîparêziyê hatine veqetandin bi xwe ye. Paylan, bilêv kir ku ji ber krîzê bûyerên întiharê jî pêk tên, ji bo pêşîgirtina li van bûyeran tu bernameyeke îktîdarê tuneye û got: "Heta ku îktîdar ji bo alîgirên xwe û bernameyên ewlehîparêz çavkaniyan veqetîne, mixabin wê bûyerên întiharê jî zêde bibin." 
 
‘WÊ ÎNTIHAR DEWAM BIKIN' 
 
Piştî bûyerên întiharê Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm daxuyandibû ku wan firotina siyanurê û madenê bi vî rengî firotiye. Paylan, bal kişand ser daxuyaniya Kûrûm jî û got: "Hûn nikarin bi qedexekirina firotina madenekê pêşî li ber întiharan bigirin. Ji bo pêşîgirtina li întiharan, divê tiştên dibin sedema vê yekê ji holê bên rakirin. Welatiyên me betal in, birçî ne, deyndar in. Heta ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hin polîtîkay neyên pêşxistin mixabin wê întihar bidomin. Her hal întihar hay ji vê yekê heye ku firotina siyanurê qedexe dike. Lê welatî tenê bi siyanurê întihar nakin." 
 
‘WÊNEYÊ ABORIYÊ YE' 
 
Paylan, got: "Esnaf bê serfetih dikanên xwe digirin. Ciwanên me betal in, ji sedî 70'yê civakê deyndar e. Gava rewş ev e, loma daxuyaniyên wezîran ne rast in. Întiharên pêk tên wêneyê rastîn ê aboriyê ne." 
 
MA / Nacî Kaya