Komir pir e, lê kes nakire

img

ŞIRNEX - Li Şirnexê, li gorî sala çûyî ji sedî 30 bihayê komirê kêm bûye, lê ligel vê jî kes komirê nakire. Esnafan diyar kir ku pereyê komira difiroşin, nikarin bigirin û gotin, ev yek ji ber bêkariyê ye. 

Li gorî danayên Saziya Îstatîstîkên Tirkiriyeyê (TUIK), yek ji bajarên herî zêde bêkarî lê zêdeye bajarê Şirnexê ye. Li Şirnexê yek ji jêderkên debarê di serî de komir tê. Bihayê komirê îsal pir ketiye. Di sala derbas bûyî de komir bi 350 û 550 TL’an dihat firotin. Lê îsal komir bi 250-400 TL’an tê firotin. Li gel ku bihayê komir kêm bûye jî, nayê firotin. Firoşkerên komirê, vê yekê bi xizanbûna welatiyan ve girê didin. 
 
‘MIN KOMIR FIROT, LÊ MIN PERÊ WÊ NEGIRT’
 
Omer Rûvanas ê  30 salin li Cizîrê bi firotina komir debara xwe dike, îsal ji nefirotina komir bi gazince. Ruvanas, diyar kir ku îsal hilberîna komir li gorî sala çûyî zêdetir bû û wiha got: “Komir pir zêdeye, lê kes nîne bikire. Mirov ji bêperetiyê nikarin komir bikirin. Heya niha min tenê 2 wesayît komir firotine, lê min perê wê jî hîna negirtiye. Ji bêkariyê pere bi mirovan re nemaye. Ji ber vê kes nikare komir bikire.  Mirovên ku hêza wan a kirîna komirê hene  jî, tenê komura îthalê dikirin.”