Rêxistinên pîşeyî xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin

img

STENBOL – Rêxistinên pîşeyî di sembozyuma li Stenbolê de xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin û bal kişandin zer aliyê neyînî yên zagonê. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, xwest zagona heyî bi tevahî bavêjin ser sergo û bi rêxistinên pîşeyî yên berpirsiyar re ji nûve zagonê saz bikin. 

 
Sendîka û konfederasyonên wekî DÎSK, KESK, TTB, TMOOB, Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê û Komeleya Hekîmên Kargeriyan, têkildarî ewlehî û tenduristiya kar, li Salona Konferansê ya Baroya Stenbolê "Di Sala 7'emîn de Sempozyuma Nirxandina Zagona Ewlehî û Tenduristiya Kar" ku 2 rojan berdewam bikin li dar xistin. Nûnerên rêxistinên pîşeyî xala 6331'an a Ewlehiya Kar niqaş kirin. 
 
Ewil Endamê Komîsyona Hekîmtiya Kar a Odeya Tabîban a Stenbolê Nazmî Algan ewil Sekreterê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Nejat Yazicioglu yê 25 sal berê jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha got: "Yazicioglu di hemû temenê xwe de ji bo tenduristiya karkeran û ewlehiya kar têkoşiya." 
 
Piştre Hatice Yazicioglu û keça Aylin Yazicioglu  jî der barê jiyana Yazicıoglu de axivîn û diyar kirin ku Yazicıoglu di nava şertên pir dijwar de têkoşiya û got: "Ew bijîşkekî pir mezin bû. Şoreşgerekî mezin bû. Di nava sazumankarê Partiya Karkeran ê Tirkiyeyê (TİP) de bû." 
 
YA GIRÎNG NE DERXISTINA ZAGONAN E YA GIRÎN SEBANDINA WAN E 
 
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî wiha got: "Her roj karker dimirin. Mijara sereke ya Sempozyumê xala 6331'an e. Zagon ne pîvanên li ser kaxizan hatine nivîsanin in. Li gorî şertên civakê tên biteşekirin. Ya girîng de rerxistina zagonan e. Divê ev tabloya reş ji holê rabe. Ger ku em aqilê sereke neguherînin pêşketin pêk nayên. Me ev aliyên neyînî ji Wezareta Xebatê re parve kir. Lê nexwest fam bike." Çerkezoglu, xwest zagona heyî bi tevahî bavêjin ser sergo û bi rêxistinên pîşeyî yên berpirsiyar re ji nûve zagonê saz bikin.  
 
 
Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pınar Saip jî anî ziman ku zagona xala 6331'an wan ji nêzîk ve eleqeder dike û got: “Ji ber ku cînayetên kar kêm nebûne. Her ku diçe zêde dibke. Em bi baldarî li ser cînayetên kar radiwestin. Her roj karker û rastî tundiyê tên û cînayetên kar pêk tên. 
 
Sempozyum didome.