Qeyûm heqê avê buha kir: Ji 2 TL'yan bû 6,25 TL

img
MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ava vexwarinê ji 2 TL'yan kir 6.25 TL. 
 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mûstafa Yaman, ava vexwarinê buha kir. Desteya Giştî ya Îdareya Av û Qenalîzasyonan a Mêrdînê (MARSÛ) pêk hat. Piştî tayînkirina qeyûmê rêveberiya MARSÛ'yê ewilî ava vexwarinê û bedêla ava bermayiyî buha kir. 
 
Heta niha şêniyên bajêr ji bo metrekupa ava vexwarinê 2 TL didan, lê belê niha wê 6,25 TL'yî bidin. Wê şêniyên bajêr ji meha Gulanê ya 2020'an heta 31'ê Kanûna 2020'an ji bo metrekupa avê 6,25 TL bidin.