Qeyûmê Wanê fiyetê avê ji sedî 42 buha kir

img

WAN – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, fiyetê avê ji sedî 42 buha kir. Welatiyan bertek nîşan da û gotin: "Her kes deyndar e. Wê mirov çawa vî deynî bidin. Pere tuneye, kar tuneye. Qeyûm barê li ser bara ye". 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, fiyetê avê ji sedî 42 buha kir. Qeyûm, fiyetê avê ji 2.77 TL'yî kir 3.93 TL. Welatiyan bertek nîşan da û gotin, qeyûm barê li ser bara ye. 
 
'HER MEH 150 TL'YÎ DIDIM' 
 
Îzettîn Çalişir, diyar kir ku her meh 150 TL heqê avê tê û got: "Ma ev edalet e? Di bêrîka waniyan d epere tuneye. Ez debara 15 kulfetî dikim. Deynê me heye. Bi ser de jî raidbin buha dikin". 
 
'HEZAR TL DEYNÊ MIN Î AVÊ HEYE, MIN DANE BER ÎCRAYÊ' 
 
Mûsa Ozkormaz jî diyar kir ku hezar TL deynê wî yê avê heye û got: "Her tim min didin ber îcrayê. Deyn zêde dibe. Her kes deyndar e. Wê ev mirov çawa vî deynî bidin. Pere tuneye, kar tuneye. 2 zarokên min hene, betal in. Bi zorê em debara xwe dikin. Îjar bi ser de jî radibin buha dikin. Divê deynan gişa xera bikin". 
 
'QEYÛM BARÊ LI SER BARA YE' 
 
Nûrettîn Avşar jî diyar kir ku 300 TL heqê avê lê ye û got: "Ji xwe kar tuneye. Bi ser de jî radibin mirovan didin ber îcrayê". Avşar, destnîşan kir ku qeyûm tenê barê li ser bara ye. 
 
Zekî Omer jî got: "Niha ez 14 caran dame ber îcrayê. Nikarim bidim. Rabûne qeyûm tayîn kirine. Bi ser de jî tu xizmetê nakin. Madem xizmetê nakirin îja çima tiştan buha dikin? Hela pêşî bira vê berfê paqij bikin. Ber bariya, lê hê jî ji bo paqijkirinê tiştek nehatiye kirin. Qeyûm tenê barê me giran dikin".