Berî Xabûrê Kapikule hat girtin!

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî referandumê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan gefa "Heke TIR neçin dê nanê ku bixwin jî nebînin" sinyala girtina deriyê Xabûr dabû. Derket holê ku YE'yê du hefte ye li Kapikuleyê tedbîrên ewlehiyê zêde kiriye û çûyîn hatin li ber rawestînê ye.

Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan gef li referanduma Herêma Federal a Kurdistanê xwaribû û gotibû ku ew ê deriyê Xabûr bigirin. Erdogan gotibû "Heke TIR neçin dê nanê ku bixwin jî nebînin" û heqaret li gelê Başûr kir û bi girtina derî dixwaze kurdan biçewisîne. Lê tişta balkêş ew e, derket holê ku Yekitiya Ewropayê (YE) li Deriyê Sînor ê Kapikuleyê tedbîrên ewlehiyê zêde kiriye, çûyîn hatin li ber rawestandinê ye. Ji rojnameya Dunyayê Aysel Yucel bi sernavê "AB,  Türkiye’nin ihracatını ‘Kapıkule Heyeti’yle kesiyor” (YE, Îxracata Tirkiyeyê bi 'Heyeta Kapikuleyê' re qut dike) bal kişand ser astengiyên li dijî TIR'an. 
 
TIR LI DERÎ KETIN RÊZÊ
 
Yucel aşekra kir ku barên ku dê biçin Ewropayê, bi rojan e li deriyên sînor tên rawestandin û wiha got: "Hem li deriyê Yewnanistanê û hem jî deriyê Bulgaristanê bi kîlometreyan TIR ketine rêzê. Li hin deriyan 20 kîlometre TIR rêz bûne. Berhemê bi milyon dolaran ji ber ku teslîmê xwediyê wan nehatiye kirin, kesên îxracatê dikin gelekî tengasiyê dikişînin. Bazara Ewropayê di îxracata Tirkiyeyê de xwedî sedî 50 parê ye. Ji Tirkiyeyê salê milyonekî zêdetir TIR derbasî Ewropayê dibin. Nîvekê van ji deriyê Kapikule, amzabeylî û Îpsalayê derbas dibe. Yê mayî jî bi Ro-Ro yê dewam dike. Vekirina van deriyan gelekî girîng e. Berê jî wiha maşîne rêz bûbûn. Xirabûna pergala xebatê, kêmasiya kadroyan wekî sedem hatibûn nîşandan. Lê vê carê ne wiha ye."
 
BI ZANEBÛN ASTENG DIKIN’ 
 
Yucel cih da nirxandinên Serokê Lijneya Îcrayê yê Komeleya Nakliyevanên Navneteweyî (UND) Fatîh Şener jî û aşkera kir ku rewş gelekî cuda ye û ev nirxandin hat kirin: "Ji bo çareseriyê meqamên fermî di hevdîtinan de ne. Lê sedema rawestandinê ya vê carê 'Zanenûn e!' Saziyên YE'yê heyetek şandine derî û kontrol zêde kirine. Ji meha Îlonê vir ve li Kapikuleyê rawestandina TIR'an fîrma, ajovan û îxracatkar bêzar kirine."
 
Yucel bi van gotinan cih da nirxandinên Şener: "Ji ber rawestandinê bi bi kiryargeran re gelek pirsgirêk hene, ji ber windahiya seferî nakliyevan hem di warê madî û hem jî di warê manewî de zerareke mezin dibînin. Di dawiya hefteyê de li deriyê Kapikuleyê 20 kîlometre, li deriyê Hamzabeylî jî 10 kîlometre rêza TIR'an çêbûbû. Berhemên îxraca tirk di rê de man."
 
Şener destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê hema bêje li pêşiya birgir û îxracatkarên tirk dîwar daniye û wiha pê de çû: "Ji ber zemetiyên li deriyê Bulgaristanê, şirketên mezin ên otomotîvê yên YE'yê, sanayîvanan teşwîqî Balkanan dike. Ev jî dibe sedem ku parçe dereng bên Tirkiyeyê."
 
‘BANKAYÊN RAZANÊ DIŞIQITIN'
 
Serokê Konseya Kojîstîk a TÎM'ê Bulnt Aymen jî da zanîn ku ji ber rawestandina maşîneyan, welatî gelekî mexdûr in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îxracat gelekî zerarê dibîne. Li deriyê Kapikuleyê di warê îxracatê de 19 km, di warê îthalatê de 3 km; li Hamzabeyliyê 8 km, di warê îthalatê de kîlemetreyek rêz heye. Deriyê Îpssala yê Yewnanistanê di îhracatê de 8 km, di îthalatê de 2 kîlemetre rêz heye. Ji ber van astengiyan fîrmayên YE'yê berê xwe didin welatên Afrikaya Bakur û Balkanan. Gelek razemeniyên li welatê me şiqitîn welatên Balkanan."
 
Ji hêla din ve tê gotin ku dema di navbera Stenbol û Kapikuleyê