94 karkerên Kale Pratt li dijî kedxwariyê li ber xwe didin

img

ÎZMÎR - 94 karkerên Febrîqeya Kale Pratt a Îzmirê yên ku ji ber endamên sendikayê ne ji kar hatin avêtin, ji 13'ê sibatê heta niha li ber xwe didin. Karkeran anîn ziman ku heta karsaz sendîkayê qebûl bike, zextên li ser wan bi dawî bikin û heqê keda wan bidin wan dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 

 
Li Herêma Serbest a Gazîemirê, 94 karkerên Febrîqeya Kale Pratt a aydî Koma Kale ku perçeyên balafirên şer ên F-35 çêdike, ji ber endamên Sendîkaya Birleşik Metal-Îşê ne, ji kar hatin avêtin. 94 karkerên ji kar hatin avêtin, ji bo mafê xwe bi dest bixin ji 13'ê sibatê heta niha 10 rojin di çalakiyê de ne û li ber xwe didin. Ji karkerên ji kar hatine avêtin Ramazan Ekiz, diyar kir ku 8 salin karê fabrîqeyê dike û diyar kir ku karekî pir zahmet e û heta niha gelek fedakarî kirine û wiha got: "Li gel fedekarî û keta me her dem li ser me zextan dikin. Karsaz baxçeyê gulan ê bê strî dixwaze. Karsaz bi keda erzan me didin xebitandin. Em li dijî kedxwariyê ne. Em ne kole ne. Em heqê xwe dixwazin. Em dixwazin wekî mirovan bijîn." 
 
Karker Mumin Karakaş jî anî ziman ku 8 salin karê febrîqeya Kale Prattê dike û wiha got: "Tevî fedekariya me ya mezin em rastî tundiya karsazan tên. Ji ber karê me zêde ye em di wextê xwarinê de nikarin biçin xwarinê jî bixwin. Heqê me kêm e. Me xwest heqê me zêde bikin. Lê gefên ku me ji kar bavêjin li me xwar. Ji ber em sendîkayî ne karsaz em ji kar avêtinr. Em dixwazin wekî sendîkayî vegerin karê xwe û mafê me û keda be bê parastin." 
 
Karker Ozgur Taş jî heman pirsgirêk û daxwaz anîn ziman. 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Birleşik Metal-Îşê Başkanı Alî Çeltek jî anî ziman ku karkerên Fabrîqeya Kale Prattê  rastî pêkanînên keyfî yên karsazan hatin bûn endamên sendîkayê û wiha got: Rêveberiya fabrîqeya ku perçeyên balafirên şer ên F-35 hildiberîne naxwaze karker bibin endamên sendîkayê. Her karker nikare di vê fabrîqeyê de kar bike. Karkerên di vê febriqeyê de kar dikin piranî li Emerîkayê perwerde dîtine. Ji bo em û karker bi hevre peymana tomarî bidin tespêkirin me dest bi vê pêvajoyê kir. Niha nêzî 450 karker hene. Me xwe gîhandiye nêviyê karkeran. Karsat yek bi yek bang li karkeran dike û ji ber sendîkayî ne gefan li xwan dixwe. Heta niha 94 karker ji kar avêtin. Lê bi qasî em dizanin ev hêjmar dê zêdetir bibe. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."