Bazargeha Amedê ya yekemîn top avêt

img
AMED- Bazargeha Amedê ya yekemîn  DiyarGalerîa ku gava hatibû avakirin nêzî 200 kargehên wê hebûn, lê belê îro tenê 20 kargeh mane û ew jî hindik mane qeflê li deriyên xwe bixin.
 
Hejmera kargehên li bazargeha Amedê ya yekemîn Dîyar Galerîayê, her diçe kêm dibin. Gava di sala 1999'an de nû hatibû avakirin nêzî 200 kargehên wê hebûn, lê belê niha tenê biq asî 20 kergeh lê mane. Piraniya kargehên li bazargehê top avêtin û yên mayî jî hindik mane qeflê li deriyên xwe bixin û biçin. 
 
Ji esnafên mayî Sabrî Sanmaz û Abdulkadîr Aydin rewşa DiyarGaleriayê nirxandin. 
 
Sabrî Sanmaz ku 20 sal in li Galeriyayê kargeha wî ya pêlîstoka heye, der barê rewşa Galeriyayê de diyar kir ku ji ber bazargehên mezin ên nû vebûna êdî Galeria bala kesî nakişîne û got: "Berê Diyar Galeriya ciyê alvêrê yê herî qelebalix bû. Dema ku nû vebûbû heta 3-4 salan jî çûnûhatina bazargehê zêde bû.  Pişt re her çû xerab bû. Ji ber ku êdî kesên berpirsiyar ev der piştgh kirin, esnafên li vir jî bi wî çavî li vir meyzeke kirin û êdî roj bi roj Galeriya bû ciyê xerabe. Ez dikarim bêjim îhmaleke ku sedemên wê girêdayî hev in, çêbû. Dema ku îro li vê bazargehê, mexazeyên markayên tên nasîn li vir vebûna dê ev der baştir bûya. Rîca me ew e ku bi awayekî lezgînî saziyên berpirsiyar guh bidin me, da rewşa vira baştir bibe."
 
'HEWCE YE EM LI GALERIYAYÊ XWEDÎ DERKEVIN'
 
Abdulkadîr Aydin, jî ji sala 2006'an ve li Galeriyayê salona wî ya sînemayê heye. Esnafê Galeriyayê Aydin, ji bo rewşa bazargehê bal kişand ser bandora kriza aborî ya ku bazargeha Galeriyayê aniye ber qedandinê û got: "Dikanên ku nû li vir vedibin jî di nava mehekî de derdikevin diçin hin deverên din. Bangewaziya me ew e ku rojek berî rojekê Galeriya ji vê rewşê xelas bibe. Ev der ji bo gelê herêmê girîng e û hewce ye Galeriya ji vê xizaniyê xelas bibe. Bi vekirina bazargehên mezin ên li Amedê tu balkêşiya Galeriyayê jî nemaye. Em tev lê xwedî derkevin."
 
Aydin, di dawiya axaftinê de bal kişand ser rewşa 20 kargehên mayî ku hindik maye ew jî bên girtin û diyar kir ji bo ku demareke aborî ya Amedê qut nebe hewce ye ew tev bi hev re dengê xwe li hember vê bêxwedîtiyê bilind bikin. 
 
Aydin, got: "14 sal in ku ez li bazargehê me û li ser sinemaya herêmê ya ku wekî sînemaya ' Ê din' tê pênasekirin, piştgiriyê didim, lê îro ji ber rewşa bazargehê, qezenca vir tune ye."