Girtina deriyê sînor pişta wan şikand

img

ŞIRNEX - Li Şirnexê ku her diçe betalî zêde dibe, piştî deriyê sînor hat girtin rewşa xirabtir bûye. 

Li Şirnexê ku her diçe betalî zêde dibe û krîza aborî tesîreke mezin lê dike, piştî ji ber vîrusa koronayê Deriyê Sînor ê Xabûrê hat girtin rewş xirabtir bûye. Bi girtina derî re bi hezaran mirov betal man û her wiha fiyetê gelek beran jî ji sedî sed biha bûn. 
 
Mehmet Emîn Acar, diyar kir ku piştî deîr hatiye girtin tesîra krîzê beloqtir bûye û got: "Ji ber ber peyda nabin fiyet biha dibin. Betalî zêde dibe. Berê mirov diçûn rojavayê Tirkiyeyê dişixulîn. Lê niha ew de rji vira jî xerabtir bûye." 
 
‘QEHWEXANE TIJE BÛNE' 
 
Abdûllah Elçî yê 65 salî jî diyar kir ku berê tenekeya rûn bi 70 TL'yî dikirîn, lê belê niha bûye 140 TL. Elçî, anî ziman ku di demên dawî de fiyetê çay û cixarê jî pir biha bûye û got: "Piştî derî hat girtin gelek kesên ji bo kar bikin xaniyên xwe firotibûn û pê wesayît kirîbûn hemû perîşan bûne." 
 
Abdûllah Acar jî got: "Aborî di destê dewletê de ye. Gava bixwaze kare pêşî li ber vê rewşê bigire. Tu bi 40 TL'yî ceryanê xerc dikî, lê raidbin 60 Tl bacê lê bar dikin. Li qehwexaneyan mêze bikin, tije bûne, giş betal in. Êdî mirov nikarin tiştekî bi 2 TL'yî bikirin." 
 
SEDEM ŞER E
 
Atşe Dernî jî anî ziman her tişt biha bûye û got, ev ji ber şer e. Dernî, destnîşan kir ku 100 TL'yê niha bûye 20 TL'yê berê. Mehmet Dûran jî anî ziman ku heger qedexeya ser zozanan bi dawî bibe wê dîsa rewşa sewalvaniyê baş bibe û got: "Gelê Cizîrê bi deriyê sînor debara xwe dike. Ji ber ku niha derî girtiye kîsê şekir ji 50 TL'yî bûye 100 TL."
 
Makbûle Olûk jî destnîşan kir ku heger şer û pevçûn bi dawî bibin wê hem aramî çêbibe hem jî krîz nemîne. Olûk, got: "Erdogan hê jî dibêje krîz tuneye. Êdî gel nikare debara xwe bike. Ev qas şer, ev qas kuştin êdî be se. Bira deriyan vekin. Bira aramî bê." 
 
Şerîf Sarçak jî ji bo girtina deriyên sînor bertel nîşan da û got, êdî nikarin sewalvaniyê jî bikin.