Tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne

img
WAN - Yilmaz Kanmiş ku li Taxa Ayazpinar a Artemêtanê tesîsek çêkiriye, 6 meh in tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne. Kanmiş, anî ziman ku kuvarikan difiroşin market û mêwefiroşên li bajêr. 
 
Yilmaz Kanmiş li Taxa Ayazpinar a Artemêtanê tesîsek çê kiriye û 6 meh in tevî 12 jinan li vê tesîsê kuvarikan hildiberîne. Kanmiş, anî ziman ku kuvarikan difiroşin market û mêwefiroşên li bajêr û got, dixwaze bi sedan jinî daxilî nav vî karî bike. 
 
Kanmiş, anî ziman ku ji kompostlanekê sê caran kivarikan berhev dike. Kanmiş, diyar kir ku kîloya kuvarikan bi 5 TL'yan dide û cara heye dişîne derveyî bajêr jî û got: "Li bajarê me gelek eks betal in. Berê jî min hewl da çê bikim, lê randiman kêm bû. Lê ev çend meh e pir baş e. Kuvarikên me pir tên ecibandin. Ji ber vê em kêfxweş in. Ev jî bi saya hevalên me yên li vir e." 
 
DIXWAZE BI SEDAN JIN DAXILÎ NAV VÎ KARÎ BIKE 
 
Kanmiş, anî ziman ku niha 12 jin dixebitin û got: "Du jin bi dildarî dixebitin. Ew jî beramberî keda xwe kompostan ji me distînin. Diçin li malê hildiberînin. Me jî ji wan re got, 'heger dilê we û tiştekî wiha hebe em dikarin ji bo firotinê alîakriyê bikin.'" Kanmiş, destnîşan kir ku armanca wî ew e ku bi sedan jinî daxilî nav vî karî bike. 
 
Kanmiş, destnîşan kir ku armanca wî ya sereke jinê daxilî nav hilberînê bike û got: "Armanca me ya sereke ev e. Piştî em di vî warî de mirovan perwerde bikin û karê xwe pêş ve bibin, em ê ji kesên ku pêdiviya wan pê heye re bihêlin. Sê meh berê me kompost dabûn wan jina. Niha bi xwe hilberandine. Dîsa kompost xwestin. Ji bo vî karî ne hewce ye meriv tesîsekê ava bike. Hevalekî me kîsek kompost kirî û li kîlera mala xwe kuvarıkan hildiberîne." 
 
DI 35 ROJAN DE ÇÊ DIBIN 
 
Hasret Kanmiş a 37 salî ku di tesîsê de dixebite, diyar kir ku gava dest bi kar kiriye ewilî qilqiliye û got: "Lê piştî daxilî nav bûm min ew tirsa li ser xwe avêt. Rojê du caran av didim. Di 35 rojan de çê dibin." 
 
Kanmiş, diyar kir ku rojê 80 TL'yî qezenc dike û got: "Saeta xebatê bi 10 lîreyan e. Ê ku rojekê bixebite 80 lîreyî digire. Jin dikarin debara mala xwe bikin. Ji bo vî karî pêdivî bi cihekî luks tuneye. Jin dikarin li binî xaniyên xwe, di kîleran de jî vî karî bikin. Pêşî divê bi xwe bawer bin." 
 
MA / Yûnûs Dûman