Bi vîrusê re bi hezaran kes bê kar man

img

STENBOL – Bi hezaran kesên ku di qafe-baran de dixebitîn û di çarçoya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de, ji ber ku qafe-bar hatin girtin, bê kar man.  Xwendekar Kenar Guner ku perwerdeya bi xebatan qafe-baran berdewam dikir, diyar kir ku wiha bidome dê dev ji dibistana xwe berde.

Li gorî daneyên Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku aşkera kir, di sala 2019’an de li gorî sala berî wê hejmara bêkaran bi qasî 932 hezar zêde bûye û derketiye 4 milyon û 69 hezaran. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 2.7 zêde bûye û derketiye ji sedî 13,7’an. Vê rêjeya bêkariyê bi piyasa global û vîrusa koronayê re hê zêdetir bandora xwe li aboriya Tirkiyeyê bike. 
Bi ditîna vîrusa koronayê re destpêkê ji bo bergiriyan; cihên komî yên mîna qafe, qewe, baxçeyên çayê, eywanên înternetê hatin girtin. Bi vê biryarê bi hezaran kesên ku li va cihan dixebitîn bê kar man. Piraniya van kesan jî xwenedar û kesên ku nîv roj dixebitin. Vê rewşa ku xebatkarê pê re rû bi rû mane endamên Komeleya Genç Îş’ê Atakan Polat û Kenan Guner nirxandin. 
 
BERGİRÎ NAYÊN GIRTIN
 
Atakan Polat, diyar kir ku kesên ku di sektora xizmetê de dixebitin tu demê ewlehiya wan tuneye û wiha got: “Karkerên sektora xizmetê beriya vîrusê jî ji ber saetên sist keda wan dihat xwarin, karsazan tehde li wan dikir û bê sîgorta dida xebitandin. Ji bo karkerên ku ji ber vîrusê cihên wan ên kar hatine girtin, tu bergirî nehatine girtin.  Kakerên ku ji bo loqa nanê xwe dixebitin jî divê ji bo birigirî girtina xwe, xwe bi rêxistin bikin û daxwaza destûra bi biha bikin. Dewlet li aliyê karsazan e. Paketa beriy çend rojan hat aşkerakirin jî ji bo karsazan e. Me bi vê yekê careke din dît ku ji bo karkeran tu tişt nayê kirin.”
 
'DEWLET BERÎKA KARSAZAN TÊJE DIKE’
 
Kenan Guner jî diyar kir ku xwendekar e û beriya vîrusê weke garson xebitiye û têkildarî bêkariya xwe jî ev tiş got: “Min bi xebatê perwerdeya xwe berdewan dikir. Bi nûçeyên vîrusê re ji nişka ve bê kar mam. Ji bergiriyan re tiştekî ku bibêjim tuneye, divê bên girtin lê kes me nafikire. Me kirêyên xwe razand di destê me de 5 quriş nemaye. Dewlet li çûna ku destûra bi biha bide me, berîka karsazan têje pere dike. Heke wiha bidome ez ê dev ji dibistanê berdim.”