Vîrusê derî girtin, lê dîsa jî fiyet biha ne

img
MÊRSÎN – Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Tomerîfiroş û Bazirganên Fêkî û Zebzeyan a Mêrsînê Huseyîn Tîmûrtaş, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê îxracat ji sedî 90 kêm bûye. Esnafê halê Remzî Koldaş jî got: "Welatî jî nikarin bi vî fiyetî bikirin." 
 
He rdiçe bandorên vîrusa coronayê (Covîd-19) jî zêde dibin. Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Tomerîfiroş û Bazirganên Fêkî û Zebzeyan a Mêrsînê Huseyîn Tîmûrtaş, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê îxracat ji sedî 90 kêm bûye. Esnafê halê Remzî Yoldaş jî got: "Welatî jî nikarin bi vî fiyetî bikirin."
 
Tîmûrtaş, anî ziman ku ji ber di piyaseta nav malê de îxracat sekiniye lodbûyînek çêbûye û got, bihabûna berên îsal ji ber şert û mercên zivistanê bûye, lê belê ji ber vîrusa coronayê jî pir kêm bûye. Tîmûrtaş, got: "Me ber dişandin gelek welatên Rojhilata Navîn û welatêN Ewropayê. Lê belê piştî ev vîrus derket derî hatin girtin. Loma îxracat ji sedî 90-95 kêm bûye. Ji xwe êdî çûnhatin jî hatiye qedexekirin. Di piyaseya nav malê de berên di depoyan d emane fiyetê wan kêm bûye. Hema bêje li gorî berê ji sedî 30 kêm bûye. Lê kes nakire jî. Zebzebên ter fiyetê wan kêm bûye, ev jî ji ber şertên zivistanê ye. Lê belê fiyetê fêkiyan neguheriye. Yanî ji ber şertên zivistanê li cem hilberîneran ber nemane." 
 
‘FIYETÊ BERAN JI BO WELATIYAN BIHA YE' 
 
Serokê Desteya Rêvebir a Komîsyonvanên Berên Çandiniyê ya Oz Koldaşlarê Remzî Koldaş jî, anî ziman ku piştî derî hatine girtin fiyet bi awayekî maqûl kêm erzan bûne û got, di rewşeke wiha de wê fiyet ne bihane, lê belê nikarim heman tiştî ji bo kirîgeran bêjim. Koldaş, got: "Çendî ku hilberîner an jî firoşkar fiyetên heyî neecibîne jî rewş baş e. Niha bi tu awayî îxracat tuneye. Îro lîmon bi 4-5 TL'Ya ye. Lê heger derî nehatana girtin wê fiyet bi 7-8 lîreyan bûna. Niha fiyetê porteqalan 2.5 TL ye. Lê heger derî vekirîbûna wê bi 3.5 TL'yan bûna. Hema bêje di hemû beran de lîreyek erzan bûye. Helbet ev ji bo hilberîneran jî wiha ye, lê ji bo mezaxêran dîsa jî biha ye. Bi van fiyetan jî kes tiştekî nakire. Gelek kes bi meaşê kêm (2 hezar û 500 TL) debara xwe dikin. Li halan îsot bi 8 TL, xiyar bi 5 TL, bacanên reş bi 5 TL'ya ne. Fiyet kêm bûn, lê a rast dîsa biha ne."