Serokê Giştî yê Haber-Senê: Pêdiviyên zêde li ser înternetê nexwazin

img

ENQERE - Serokê Gişetî yê Haber-Senê Musa Ozdemîr, diyar kir ku hikûmet nikare pêvajoya şewba vîrûzê bi rêve bibe û wiha got: "Kedkarên kargo yên bi şewba vîrûsê ketine hene. Ji ber ve yekê divê ji xeynî derman û maskeyan pêdiviyên zêde ji ser înternetê neyê xwestin. 

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên dawî yên wezîr Fahrettîn Koca, hejmara kesên bi vîrûsa coronayê ketine bûye 18 hezar û 135 û hejmara kesên ji ber coronayê mirine jî bûye 356 kes. Di nava kesên bi şewba vîrûsê ketine kedkar û kakerên kargo û PTT'ê jî hene. Li aliyekî rayedar û pispor banga "Li mal bimîne" dikin. Li aliyê din xizmetkarên tenduristiyê, PTT'ê û weki din neçar in li ser kar bin. Di van rojên ku banga "Li mal bimîne" tê kirin de Wezîrê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê diyar kir ku dê li 2 milyon kesan Hezar tl belav bike. Piştî vê daxuyaniyê her kesî berê xwe da Şaxên PTT'ê. Bi vê yekê hem welatî û hem jî xizmetkarên PTT'ê û Kargoyê di bin rîskek mezin de ne. 
 
Seroke Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Posta, Ragihandin, Weşan û Çapemeniyê (Haber-Sen) Musa Ozdemîr, ani ziman ku wan têkildarî mijarê hem Rêveberiya PTT’ê û hem jî rayedarên AKP'ê hişyar kiriye û got: “Em wekî kedkarên PTT'ê di her şert û mercan de kar dikin. Em ê xebata xwe berdewam bikin. Lê em ji PTT û AKP'ê dixwazin ku pêdiviyên welatiyan pêşwazî bikin. Duh ji ber alîkariya civakî li pêş deriyên PTT'yan girse kom bûn. Rêveberen PTT'ê bi midûriyetên polîsan re axivîn û hin tedbîr girtin. Lê ev têr nake." 
 
LI SER ÎNTERNETÊ TIŞTÊN ZÊDE NEXWAZIN' 
 
Ozdemîr, diyar kir ku hikûmet nikare pêvajoya şewba vîrûzê bi rêve bibe û wiha got: "Kedkarên kargo yên bi şewba vîrûsê ketine hene. Ji ber ve yekê divê ji xeynî derman û maskeyan pêdiviyên zêde ji ser înternetê neyê xwestin. 
Xebatkarên PTT'ê û kardo di bin rîskê de ne. Ev şewb bi awayekî pir cîddî belav dibe. Heta niha herî kêm 6-7 hevalên be bi vê şewbê ketine." 
 
 
MA / Emrullah Acar