Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!

img
ENQERE – Sekreterê Rêxistina Înşaetê-Îş’ê Yûnûs Ozgur, diyar kir ku teahûdnameya “Ger di xebatê de, ez bi vîrûsa korona bikevim berpirsiyarê wê ezim” bi karkerên înşaetê didin îmze kirin û got: “Tekane çareserî karker derkevin destûra bi mûçekar û şantiye bên girtine.”
 
Ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) her roja diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibin. Ji ber vê bi hezaran karker ji kar hatin derxistin û bi hezaran karkerên înşaetê jî neçarî xebata bi zorê tên kirin û bi talûkeya vîrûsê re rû bi rû ne. Yek ji rêxistinên karkeran Sendîkaya Karkerên Înşaet (Înşaat-Îş), di hefteyên derbas bûyî de, ji bo karkerên ji kar hatine derxistin, mexdûr bûne û neçarin di şertên nebaş de bixebitin, dest bi kampanyeya “Piştevanî dide jiyîn” kiribû. Sekreterê Înşaet-Îş Yûsûn Ozgur, derbarê rewş û pirsgirêkên karkerên înşaetê dijîn de û kampanyeya li dar xistin de axivî.
 
TEAHÛDNAMEYÊ FERZ DIKIN
 
Ozgur, diyar kir ku karkerên înşaetê neçarî xebatê tên kirin û wiha got: “Di hin şantiyan de, teahûdnameya “Ger di xebatê de, ez bi vîrûsa korona bikevimi, berpirsiyarê wê ezim” bi karkeran didin îmzekirin. Vê formê bi zorê bi karkeran didin îmzekirin. Karkerên îmze nekin jî ji kar tên derxistin. Gelek hevalên me îmze kirin. Ji ber ku mirovên pir xizanin û pêdiviya wan bi aboriyê heye. Dibêjin ‘li Malê bimînin.’ Lê karkerên neçar man ku vê formê îmze bikin, dema biçin malê wê birçî bimînin. Dê ne tenê birçî bimînin, di heman demê de wê zarokên wan jî birçî bimînin.”
 
NAVBERA CIVAKÎ TUNEYE
 
Ozgur, da zanîn ku ne pêkane ku di şantiyen înşaetê de navbera civakî bê danîn û wiha bilêv kir: “Ji bo kerkerên înşaetê tu tişt nehatiye kirin. Heya ku karker dernekevin destûra bi mûçekar û şantiye neyin girtin, wê pirsgirêkên karkeran dewam bikin. Bi taybetî karkerên ji bajarên kurdan hatine hene. Ji bo wan derketina kolanê qadexeye. Gelek karker hene ku dixwazin paş ve vegerin bajarên xwe. Lê ji ber ku bergirî nehatine girtin mirov ditirsin. Rêyên di navbar bajaran de jî hatin girtin û bi vî awayî karker neçarî xebatê tên kirin. Ger qedexeya derketina kolanan jî bê îlan kirin, ev kes wê neçar bimînin di şantiyan de bixebitin.”
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Ozgur bal kişand ser kampanyeya ku dest pê kirin jî û wiha domand: “Di van rojên zor û zehmet de herî zêde pêdiviya me bi piştevaniyê heye. Hevalên me yên pêdiviya wan bi vê piştevaniyê heye, hene. Pîvana wê qet ne girînge. Ya girîng alîkarî kirine. Hevalên me yên karker dikarin li me bigerin û em pêdiviyên kesên pêwîstiya wan heye pêşwazî bikin. Ji bo vê me deset bi kampanyeya ‘Piştevanî dide jiyîn kir’
 
Ozgur, dest nîşan kir ku li hemberî kampanyeya wan eleqeyek mezin heye û kampanyeya xwe her tim bi raya giştî re parve bikin.
 
MA / Emrullah Acar