Pisporê Îstihdamê Ok: Bila Fona Betaliyê ji nû ve bê sererastkirin

img
 
WAN - Pisporê Îstihdamê Sînan Ok, anî ziman ku tevdîrên aborî yên li dijî vîrûsa coronayê hatine girtin ji hêla çawanî û çendaniyê ve ne tevdîrine cidî ne û got, Fona Betaliyê divê ji nû ve bê sererastkirin û hemû betal daxilî nav bên kirin. 
 
Pisporê Îstihdamê Sînan Ok ku bi KHK'ê ji Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKÛR) hat îxrackirin, pakêtên aboriyê yên di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê de hatine girtin nirxandin. 
 
JI BO CIHÊN NELAZIM FON XERCKIRIN 
 
Ok, bibîr xist ku kîjan îqtidar tê polîtîkayên hêza karî ya erzan diafirîne û got, AKP jî ji roja ku bûye îqtidar heya niha tim û tim vê polîtîkayê didomîne. Ok, diyar kir ku AKP ji bo tevdîrên diviya bên girtin fonek çênekiriye û fonên heyî jî ji bo cihên nelazim xerc kiriye. Ok, anî ziman ku Fona Heyînan li ser kaxezê jî tuneye. Ok, got: "Li gor daneyên TUÎK'ê hejmara betalan 4,5 milyon e, 21 milyon dosye ketine berz îcrayê, ji du kesan kesek deyndarê bankeyan . Yanî bi kurt û kurmancî di rewşeke ku en tu rewş de vîrûsa coronayê cîhanê da ber xwe. Ligel vê îqtidarê jî ji bo vê rewşê tu fonek çênekiriye, fonên heyî jî ji bo deverên nelazim xerc kiriye. 132 milyar TL'yê diviya di fona betaliyê de bûna, niha ji bo sermayeyê dane bankeyên cemaweriyê. Ji vê fonê zêdetirî 80 milyar TL ji ji bo cihên nelazim xerc kirine, di 10 salên dawî de." 
 
Ok, destnîşan kir ku heger ev vîrûs pir dewam bike û 3 mehan derbas bike wê betalî zêde bibe û got: "Mixabin tevdîrên aborî yên li dijî vîrûsa coronayê hatine girtin ji hêla çawanî û çendaniyê ve ne tevdîrine cidî ne. Tenê ne îqtidara AKP'ê, li gelek welatan îqtidarên siyasî di warê serwextkirina cidiyeta vîrûsê de derreng man. Rewş li holê ye." 
 
‘ROJ ROJA PIŞTGIRIYÊ YE'
 
Ok, detnîşan kir ku divê îqtidar pêdiviyên gel hemûyan peyda bike û got: "Ji bo parastina jiyanê û ji bo kesek jî nemire, divê hesab û kitabên aborî neyê kirin. Demildest divê ji bo hemû temenan herî kêm 21 roj qedexeya derketina derve bê îlankirin. Lê di dema vê qedexeyê de divê pêdiviya zexîreyî bê peydakirin, heqê ceryan, av û gaza xwezayî bê dayîn. Her wiha di serî de girtîgeh û mekanên girseyî hemû bên valakirin. Divê ji bo kesên di kirê de ne tahsîlat bê dayîn. Ligel vê divê ji bo her malê 2 hezar TL bê dayîn." 
 
Ok, bal kişand ser deverên debara xwe bi çandiniyê dikin, avakirina kooperat,fam, kampanyaya xwişk û bira û piştevnaiyê kir û got, heger ev pêk bên wê hinekî pêşî li vê krîza insanî bê girtin û got: "Roj roja mezinkirin û bilindkirina piştgirî û piştevaniyê ye." 
 
MA / Cemîl Ûgûr