Ji ber vîrûsa korona wê krîza aborî kûrtir bibe

img
ENQERE - Aborîzan Alp Altinors, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê wê krîza aborî kûrtir bibe û got: “Ji ber vê dibe ku Tirkiye ji derve de deyn bixwaze. Lê ev deynê bê girtin jî wê bi xwe re krîzeke aborî ya mezintir bîne.”
 
Weke tê zanîn vîrûsa korona (Kovîd-19) bazara cîhanê ser û bin kiriye. Bandora vîrûsê ya li ser aboriya welatan her roja diçe zêdetir dibe. Lê li gorî hin welatan ev rewşe diguhere. Hin welat hewl didin jêderkên xwe yên xweser bi kar tînin û xwe ji vê vê krîzê rizgar bikin, hin welat jî hewl didin ji derve de deyn bigirin û bi vî awayî krîzê derbas bikin. Lê di van her du rewşan de jî, pêşerojek ne baş li benda hemû welatane.
 
Tirkiye bi enflasyona xwe ya bilind, mezinbûna lewaz, zêdebûna deynê derve û girêdanbûna xwe ya pereyê gerim di nava welatên herî zêde aboriyan wan neyînê bandor bûye de cih digire. Saziya derece kirina krediya navneteweyî Moody’s, di rojên derbasbûyî de, di lêkolînên xwe yên derbarê aboriyên G20’an de ji bo Tirkiyeyê wiha gotibû: “Tirkiye di sala 2021’an de encex ji sedî 0,8 mezin bibe. Di nava welatên G20 de, welatê ku herî zêde aboriya wê bi bandor bibe Tirkiyeye.”
 
Aborîzan Alp Altinors, derbarê krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn û bandorên vîrûsa korona ya li ser aboriyê nirxandin. Altinors, diyar kir ku di bazara navneteweyî de kes baweriya xwe bi Tirkiyeyê nayîne û got: “Ji ber vê bêbariyê, Tirkiye bi krîza fînansmanê re rû bi rû ye.”
 
‘SÎNORÊ FAÎZÊ’
 
Altinors, da zanîn ku bi taybetî rêjeya Bankaya Navendî her ku diçe dikeve û wiha axivî: “Tirkiye bi pêvajoyeke hîn zortir re rû bi rû ye. Sermayeya di 6 mehên dawî de, gehiştiye astek pir cîdî. Lê Tirkiye dikarê hîna jî ji bo sermaye razemeniyê bike. Di rewşa heyî de, AKP ji bo ku tenê alîgirên xwe xilas bike, hewl dide faîzê daxe.”
 
‘BAWERÎ NADIN TIRKIYEYÊ’
 
Altinors, anî ziman seyra herikîna pereyê girim a li Tirkiyeyê veguheriye û wiha bilêv kir: “Di vê rewşê de, Tirkiye ber bi deynkirina dolaran ve diçe. Lê kes baweriya xwe bi Tirkiyeyê nayîne ku deyn bidiyê. Pereyê Tirkiyeê li hemberî dolar her roja diçe zêdetir nirx winda dike. Ev jî rê li ber krîzên nû ji bo Tirkiyeyê vedike.”
 
MA / Selman Guzelyuz