Pasajên li Rihayê ji ber koronayê li ber girtinê ne

img

RIHA – Pasajên her cûre kelûpel ên li Rihayê hatine ber asta girtinê. Serokê Komeleya Pasaja Japon Mehmet Toprak diyar kir ku ji ber şewbê peywendiya wan bi welatên Rojhilata dûr re hatiye birîn û got: “Heke wisa biçe em di demên pêş de neçarin pasajê bi temamî bigirin.” 

Li Rihayê gelek pasajên kelûpelên ji welatên cuda tînin û lê tên firotin hene. Pasajên Rihayê jî para xwe ji şewba koronayê girtin. Kelûpelên li van pasajan tên firotin Çîn jî di nav de ji gelek welatên Rojhilata dûr tînin û li gelek bajarên Tirkiyê tên belavkirin. Li van kargehên pasajan ku kelûpelên wek kozmetîk, elektronîk, pêlîstok û tiştên xemlê tên firotin li ber girtinê ne. Vîrûsa koronayê bandorek mezin a neyînî li ser karê esnafan dike. 
 
KARÊ WAN JÎ BI KORONAYÊ KETIYE 
 
Serokê Komeleya Pasaja Japon û ji esnafên Pasajê Mehmet Toprak têkildarî sekinandina kar axivî û diyar kir ku piştî 4 salên krîza aborî niha jî şewbê karê wan bi temamî hatine sekinandin. Toprak da zanîn ku li Rihayê 6 pasajên mezin hene û wiha got: “Ev pasaj pira peywendiya navbera welatên Rojhilata dûr in. Li van dikanan nêzî 6 hezar dikan hene. Ev pasaj gelek tên zanîn û bi nav û deng in. Pasaja Japon pira navbera Tirkiyê û welatên dûr e. Me ji Çînê gelek eşya dianî û difirot Tirkiyê. Lê niha ji ber şewbê sekini. Jixwe di çar salên dawî de ji ber krîza aborî piyaseya me ne baş bû. Bi taybetî bihabûna dolaran û şerê li Sûriyê piyasa me têk bir. Karê me sekinîbûn niha koronayê jî li karê me xist bi temamî rawestiya. Pasaj mirin e. Heke wisa biçe em di demên pêş de neçarin pasajê bi temamî bigirin.”