Di fabrîqeya nan de 50 karker bi vîrûsê ketin

img

ÎZMÎR – Di 50 xebatkarên Fabrîqeya Xwarinên Hazir ên Egeyê ya li Torbaliyê de vîrûs hat tespîtkirin. Karkerên testên wan negatîf derketin hîna jî dixebitin.

 
Testa 50 karkerên di Fabrîqeya Xwarinên Hazir ên Egeyê ya li navçeya Torbalî ya Îzmîrê dimîne, pozîtîf derketin. Hat diyar kirin ku ev fabrîqe ji bo markêtên weke Şok, A-101 û Mîgrosê berhem û mehsûlan dibe. Di fabrîqeyê de ji bo 200 karkeran test hat kirin. Karkerê ji ber fikara “windakirina karê xwe” nexwest navê xwe bide, diyar kir ku encama testan hîna tam bi dawî nebûne û da zanîn ku heya niha di 50 karkeran de vîrûsa korona hatiye tespîtkirin. 
 
KAR DEWAM DIKE!
Karker, dest nîşan kir ku nêzî 20 kerkerên testa wan negatîf derketin hîna jî di fabriqeyê de dixebitin û wiha got: “Karkerên testên wan pozîtîf derketine û tên hîn testên wan bi encam nebûne li malên xwe disekinin. Ji ber rewşa heyî em bi fikarin. Hemû karker ditirsin ku ji karê xwe bên kirin.” 
 
Derbarê îdîayan de em li Fabrîqeya Xwarinên Hazir ên Egeyê geriyan, lê bersiva “Rêveberî tuneye, em ê nekarin agahiyan bidin” dan me.