Li dijî vîrûsa corona karê baxçe derman e

img
WAN - Welatiyên li Wanê ku li dijî vîrusa corona li malên xwe dimînin, li hewş û zeviyên xwe çandiniya baxçeyan dikin. Welatî hem xwe ji vîrûsê diparêzin, hem jî ji bo fêkî û sebzeyên organîk şitilan diçînin û difiroşin. 
 
Li Wanê welatiyên ku ji bo xwe ji vîrûsa corona (Covît-19) biparêzin, di malên xwe de dimînin û dernakevin derve. Welatiyen ku wextê xwe li malê derbas dikin, ji bo hem xwe li dijî vîrûsê biparêzin û hem jî dema xwe baş derbas bikin li hewş û zeviyên xwe bi bax û baxçeyan mijûl dibin. Welatiyên li malê xwe ji virusê diparêzin, hem şitilan diçînin û hem jî, ji bo sebze û teamên organik şitlan difiroşin. Welatî ewil baş axê çot dikin, hur dikin û mişaran çêdikin. Piştre divan mişareyan de şitlê îsot, bacan, firengî, pîvaz, zebeş û petexan diçinin. Piştî şitlên wan mezin bûn, hem ji baxçeyên xwe cuda dikin hem jî difiroşin. 
 
ELEQEYA ŞITLAN ZÊDE YE
 
Welatî Mehmet Akar ku li taxa Bahçivan şitlan diçîne û difiroşe anî ziman ku piştî virûs belav bû û banga "Li malê bimînin" hat kirin piranî kesên temenê wan 65 û jorde bi çandiniyê eleqeder bûn. Akar, anî ziman ku şitlan ji Erdişa Wanê û Antalyayê tînin û li vir mezin dikin li vir hem şitlan mezin dikin û difiroşin û hem jî xwe ji şewba vîrûa corona diparêzin. Akar, anî ziman ku niha şitlê firengî xiyar, îsot, zebeş u petêxan difiroşin. Mirov ji bo dema xwe ya li malê tijî derbas bike bi berhemên axê mijul dibin." 
 
Welati Abdurrahman Yildirim jî anî ziman ku piştî mirov ketin malên xwe û betaliyê dest pê kir her kesî berê xwe da axê û bi çandinî û çotkariyê mijûl dibin. 
 
Welatî Îsmaîl Çınar jî anî ziman ku di demsala bihare de şitlan diçîne û debara xwe dike. Çınar, da zanîn ku piştî qedexeyan her tişt buha bûn û şitlên fêkî û team jî buha bûne. Çinar da zanîn ku ji ber ji malê dernakevin karê axê dikin.
 
MA / Barış Donmez - Mesut Bagci