514 rojin li ber xwe didin

img
RIHA - 37 karkerên ku li îstasyona muayineya maşîneyan a Rihayê ya TUVTURK'ê kar dikirin û ji ber bûn endamê sendîkayê ji kar hatin avêtin, 514 rojin ji bo mafê xwe bistînin li ber xwe didin. 
 
 
37 karkerên ku li îstasyona muayineya maşîneyan a Rihayê ya TUVTURK’ê kar dikirin, ji ber bûn endamên Sendîkaya Nakliyat-Îş'ê ya girêdayî DîSK'ê ji kar hatibûn avêtin. 37 karker, piştî ji kar hatin avêtin, li pêş îstasyonê dest bi çalakiyê kirin. 37 karker ji bo mafê xwe bi dest bixin û dîsa li kar vegerin 514 rojin çalakiya xwe berdewam dikin.  Ji karkeran Murat Îlgen, anî ziman ku hem li dijî vîrûsa corona û hem jî li dijî karsazan li ber xwe didin û wiha got: "Piştî derxistina karkeran a ji kar hat qedexekirin jî dîsa karker ji kar hatin derxistin. Em li vir dixwazin rayedar vê neheqiya li karkeran tê kirin bibînin. Heta ku em mafê xwe bistînin emê berxwedana xwe berdewam bikin."