126 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan, hejmara miriyan bû 1769

img
 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 126 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 769. 
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) de parve kirin. Koca, daxuyand ku li Tirkiyeyê hejmara testên hatine kirin bûye 558 hezar û 413, hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin bûye 78 hezar û 546 û di 24 saetên dawî de 126 kes jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Tevî daneyên dawî li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 769. 
 
Her wiha Wezîr Koca daxuyand ku hejmara kesên baş bûne jî bûye 8 hezar û 631.