Xebatkarên tenduristiyê tevahiya rojê bi maskeyek dixebitin

img
MANÎSA – Hevseroka Şaxa SES’ê ya Manîsayê Fîgen Pehlîvan Demîrel diyar kir ku ji ber li nexweşxaneyên pandemî ekipmana têrkirî ya parastinê nîne 34 xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne û hin rojan maske didin xebatkaran hin rojan jî nadin wan. 
 
Xebatkarên tenduristiyê li aliyekî nexweşên vîrûsa koronayê derman dikin li aliyekî jî xwe diparêz in. Ji ber kêmasiya ekîpmanên nexweşxaneyan xebatkarên tenduristiyê enfekte dibin û her roja ku diçe hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe. 
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Manîsayê Fîgen Pehlîvan Demîrel bal kişand ser kêmasiyên ekîpmanên li nexweşxaneyên Manîsayê. Demîrel da zanîn ku Nexweşxaneya Dewletê ya ManîsayAê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê û Nexweşxaneya Bajêr a Manîsayê wek nexweşxaneyên pandemî hatine ragihandin. Demîrel da zanîn ku li van nexweşxaneyan ekîpmanên têra parastina xebatkarên tenduristiyê bike nayên dayîn û ji ber vê yekê bi ser 34 kesan re testa koronayê ya xebatkaran pozîtîf derketiye û xebatkar di serdemek dijwar de derbas dibin. 
 
TEVAHIYA ROJÊ BI MASKEYEK DIXEBITIN 
 
Demîrel diyar kir ku ji ber li nexweşxaneyên pandemî ekipmana têrkirî ya parastinê nîne 34 xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne û hin rojan maske didin xebatkaran hin rojan jî nadin wan û roja maske didin jî tevahiya rojê bi heman maskeyê dixebitin. Demîrel destnîşan kir ku SES’ê û Odeya Bijîşkan a Manîsayê tevlî desteyên pandemiyê nehatine kirin û agahî di yek destî de tên berhevkirin û ji ber hin xebatkaran agahî dane zext û mobîng li ser wan zêde bûye. Demîrel got di serdemê de baş eşkere xuya bû ku pergala tenduristiyê ya Tirkiyê têk çûye. 
 
MA / Sevda Aydin