Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne

img

WAN - Hem esnafên bazara li Rêya Armûşê hem jî welatiyên diçin bazarê ji rewşa heyî nerazîne. Welatiyan anîn ziman ku meha Remezanê hatiye, lê dîsa jî fiyet biha ne û ji ber vê nikarin pêdiviyên xwe bikirin û esnafan jî got, fêkî û zebzebên di dest wan de mane xera dibin.

Ji meha Remezanê re çend roj mane. Ji ber vê welatî hewl didin pêdiviyên xwe yên vê mehê peyda bikin. Welatiyên ji bo vê pêdiviyên xwe hatin bazara li Taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê ya Wanê, ji ber fiyetên beran nerazîne û esnaf jî dibêjin fêkî û zebzebên wan di dest wan de mane û xera dibin. 
 
Asya Onter ku ji bo pêdiviyên xwe hatiye bazarê got: "Nexweşîn heye. Zarokên min jî dişixulin. 2 zarokên min hene, zewicandîne. Kafeya wan heye, lê hat girtin. Bi tu awayî alîkariya wan nehat kirin. Berê bi 100 lîreyî dihatim bazarê, lê niha ji ber tuneye bi 50 lîreyî têm. Em nikarin pêdiviyên xwe hemûyan bikirin. Em tenê yên pir lazim dikin dikirin. Zebze bûye 4-5 TL. Ka em ê çawa bikirin? Mal qelebalxi e, pêdiviya me bi gelek tiştan heye. Lê em tenê dikarin çend kîlo zenze bikirin." 
 
Fatma Ûgrûl jî got: "Hevjînê min karê înşeatê dike. Ji ber ku karê înşeatan hat sekinandin niha betal e. Meha Remezanê hat, lê hê jî me titek nekiriye. Lê mêze bike ji ber ku erzanin em van firingiyên eciqandî dikirin. Berê bi erebka bazarê dihatim û min alvêr dikir. Lê niha wê naynim. Çimkî du kîsikan dikirim û diçim malê. Em dixwazin ev mesele bê helkirin." 
 
FIYETÊ ZEBZE Û FÊKIYAN BIHA BÛ 
 
Esnaf Arafat Bayram (56) anî ziman ku berê zebze û fêkiyên dikirî di rojekê de diqediyan û got: "Niha berên me di 2-3 rojan de nayên firotin. em jî davêjin çopê. Ev jî ji kîsî me diçe. Bi taybetî jî şînahî û zebze zû xera dibin." 
 
Bayram, bilêv kir ku piştî şewb derketiye holê li halê fiyet biha bûne û got: "Perê gel tuneye. Nikare alvêrê bike. Di rewşeke wiha de jî fiyetê zebze û fêkiyan biha dibe. Me digot îxracat kêm bibe wê fiyetê zebze jî erzan bibe. Lê nebû. Beriya şewba coronayê me kîloya firingiyan ji halê bi 1.5 TL û 2.5 TL'yan dikirş, lê niha em bi 4-5 TL'yan dikirin. Em dixwazin ev mesele bê helkirin."