‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’

img

ÎZMÎR – Serokê Şaxa Jimara 2’an a Saglik-Senê ya Îzmîrê Ekrem Ozdemîr diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di navbera xebatkarên tenduristiyê de cudakariyê dike.

Serokê Şaxa Jimara 2’an a Saglik-Senê ya Îzmîrê Ekrem Ozdemîr daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal kişand ser cudakariya navbera xebatkarên tenduristiyê. Ozdemîr diyar kir ku razandina zêdetir a sermayeya veberhênanê ya di saziyên tenduristiyê ku li dijî koronayê têdikoşin û ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve pêk hatiye rê li ber mexdûriyteê vekiriye. diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di navbera xebatkarên tenduristiyê de cudakariyê dike û xwest cudakariya navbera xebatkarên tenduristiyê ji holê were rakirin.