Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin

img
ÊLIH - Li Êlihê zarokên ku di van şert û mercên coronayê de tên şixulandin, li kuçe û kolanan bermayiyan berhev dikin. 
 
Li gorî lêkolîna 2019'an a Hêza Karî ya Zarokan zarokên temenê wan di navbera 5-17 salan de û tên xebitandin 720 hezar in. Lê belê bereksê van daneyan tê diyarkirin ku hejmara zarokên tên xebitandin zêdetir e. Her wiha li Tirkiyeyê ji bajarên ku hejmara wan î ya betaliyê pir zêde ye jî Êlih, Sêrt û Mêrdîn in. Li Êlihê xebatkarên zarok di şert û mercên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de jî tên xebitandin. Zarok li kuçe û kolanên bajêr bermayiyan berhev dikin, li bufe, marker û aşxaneyan dixebitin û her wiha tevî malbatên xwe karên çandiniyê dikin. 
 
MA / Metîn Yoksû