Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin

img

WAN - Karkerên li şantiyeyeke înşeatê ya li navçeya Rêya Armûşê dişixulin, piraniya wan bêmaske dişixulin. Karkeran, diyar kir ku ji ber şewbê barê wan girantir bûye û gotin, maskeyên wan di bêrîka wan de ne, lê belê ji ber ku dibe sedema xwêdanê nikarin bi kar bînin.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, çendî ku xetereya vîrûsa coronayê didome jî lê li şantityeyeke înşeatê karker rojê 11 saetan dişixulin. Piraniya karkerên dişixulin jî bê maske ne û dibêjin ji ber ku xwêdanê didin bi kar naynin. Karkeran, anî ziman ku ji ber şewbê barê wan giran bûye û bal kişandin ser girîngiya 1'ê Gulanê û têkoşina hevpar.
 
'EM DITIRSIN'
 
Karkerekî ku ji bo karê wî ji dest neçe nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku rojê 10-11 saetan dişixulun û got: "Ji ber şewbê em ditirsin. Gelo em ê pê bikevin an na? Îjar ditirsim ji ber min malbata min jî pê bikeve. Bi vê fikarê em tev digerin. Zarokên me hene. Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Mirov ji xwe, ji hevjîn û zar û zêçên xwe ditirse. Nediyar e wê ev şewb ji ku bê."
 
'KARÊ ME PIR GIRAN E'
 
Karker, diyar kir ku di xaniyê kirê de ye û got: "Lêçûna malê heye. Loma em ji mecbûrî dişixulin. Serê sibehê em di 7'an de tên, heya 5-6'ê êvarê dişixulin. Em pir dişixulin. Karê me karekî pir giran e. Karê pevxistina hesinan dikim. Her tişt biha bûye. Loma mirov nikare bikire. Yewmiyeya min a par û ya îsal eynê ye. Lê her tişt biha bûye."
 
MASKA WÎ DI BÊRÎKA WÎ DE YE!
 
Karker, parast ku ji ber xwêdan dide maskeyê nade ber devê xwe û got, wekî gelek hevalên wî maskeya wî jî di bêrîka wî de ye.
 
Her wiha karker bal kişand ser 1'ê Gulanê jî û got: "1'ê Gulanê Cejna Karkeran nêz dibe. Ji niha ve cejna hemû karkeran pîroz dikim. Hêvîdar im rewş baş bibe û em jî ji vê krîzê xelas bibin. Karker mecbûr in pev re tev bigerin. Karkerbûyîn, pevrebûyîn e. Karker tune bin, kar jît uneye."
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşeatê Farûk Gorunuş jî anî ziman ku li şantiyeyên înşeatê yên li bajêr tevdîrên li dijî vîrûsê baş nayên girtin û got, divê şantiye tim û tim bên kontrolkirin.
 
Grunuş, got: "Di bin navê parastina ji vîrûsa coronayê me hin tişt kirin. Em li şantiyeya geriyan. Me hin kêmasî tespît kirin. Me ev kêmasî bi cihên eleqedar re parve kirin. Der barê vê yekê de giştînameyeke Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê heye. Ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê. Em dixwazin kardêr hemû li gorî vê giştînameyê tev bigerin. Me berê lêkolîn kiribûn û dîtibû ku piraniya şantiyeyan li gor vê tev nagerin. Loma me xwest rayedaran şantiyeyan kontrol bikin. Heger li şantiyeyan tevdîr neyên girtin, divê ev şantiye bên sekinandin. Divê haya kardêran jê hebe. Heger li van şantiyeyan kesek bi şewbê bikeve, ev tê wateya qezaya karî. Yanî rewşeke ev qas girîng û hesas e. em dixwazin şantiye bên kontrolkirin."
 
MA / Bariş Donmez – Mesût Bagci