Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe

img

STENBOL - Meclîsa Kedê ya HDK’ê ji bo 1’ê Gulanê peyamek belav kir û got: “Em her kes bibin yek wê ev pergal hilweşe û em ê jiyana nû ava bikin.”

Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî Cejna Karkeran 1’ê Gulanê peyamek belav kir. Di peyamê de hat gotin ku 1’ê Gulanê têkoşîna li dijî zexta patronan e û roja piştevaniya karker û kedkaran e. Di peyamê de hat diyarkirin ku dinya di pêvajoyek grîng de derbas dibe û karker bi vîrûsa koronayê re rûbirû hatine hiştin û terkî mirinê hatine kirin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku îqtîdar şewbê wek “Qenciya Xwedê” dibîne û wiha hat gotin: “Îqtîdara AKP’ê û MHP’ê girtiyên siyasî girtî dihêle. Lê qatilan, mafyageran, dizekan bi efûye xelat dike û wan dişîne mala wan. Ji bo rantê îhaleyan pêşkêş dike û xwezayê talan dikin. Koçberan wek berjewendiy xwe bikar tîne. Li dijî gelê kurd polîtîkaya înkarê, dagirkeriyê didome û êrişan bi kurkurî didomîne. Vîna gel nas nake. Hilbijartiyê gelê kurd dixe zîndanê û qeyûman tayîna şaredariyan dike. Dest ji dijminatiya aştiyê bernade. Êdî bes e. Em her kes bibin yek wê ev pergal hilweşe û em ê jiyana nû ava bikin.”