Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin

img
STENBOL – Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji bo qurbaniyên di 1’ê Gulana 1977’an de li Meydana Takîsmê jiyana xwe ji dest dan çalakiya bîranînê li dar xistin û diyar kirin ku heta ji kiryaran hesab bibipirsin dê ne dest ji têkoşîna û Meydana Taksîmê bernedin.
 
HDP, Partiya Şoreşger, Hewldana 78’an ji bo 34 qurbaniyên karker ên di 1’ê Gulana 1977’an de li Meydana Taksîmê jiyana xwe ji dest dan li Kazanci Yokûşû bernameya bîranînê li dar xistin. Hevseroka Rêxistina HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, nûnerên Partiya Çepgir a Kesk û gelek kes beşdarî bîranînê bûn û ji bo bîranîna qûrbaniyan deqîqeyek rêz girtin.
 
 
Di bîranînê de aktîvîstê Mafê Mirovan û Aştiyê Nîmet Tanrikûlû axivî û diyar kir ku ji kiryarên wê demê ku karkeran qetil kirin hêj hesab nehatiye pirsin û ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
 
HETA KIRYAR WERIN DARIZANDIN...
 
Tanrikûlû destnîşan kir ku ew ê dest ne ji Meydana Taksîmê û ne jî dest ji têkoşîna xwe berdin û wiha got: “Vê meydanê malovaniya gelek berxwedanan kiriye. Em ê stranên xwe yên azadiyê bêjin. Her wiha li Berxwedana Geziyê li vê qadê pêk hat. Em ê dest jê bernedin. Xwîna berxwedan û azadiyê li vê meydanê hatiye rijîn û nivîsandin. Ev der Meydana 1’ê Gulanê ye. Ji bo vî navî di 1’ê Gulana 1977’an de hevalên me canê xwe dan. Heta ji kiryaran hesab were pirsin û darizandin em ê ne dest ji têkoşîna xwe û ne jî dest ji Meydana Taksîmê berdin.”
 
Beşdaran qurnefîl danîn cihê qurbaniyan lê canê xwe ji dest dane û dawî li bernameyê anîn.