'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'

img
WAN - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê rewşa vîrusa korona parve kir û 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz kir. Platforma KESK, bertek nîşanî pergala EBA ya navê Jiyan qedexe kir dan û got: “Gelo yên nav qedexe kirin dê der barê wan de lêpirsîn bê vekirin ya na?" 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîsayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, diyar kir ku heta 29'ê Nîsanê 13 kesan li Wanê jiyana xwe ji dest dane û 75 kes bi şewba vîrûsê ketine. Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê pîroz kir û rapora vîrusa corona ya herêma wanê aşkere kri. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Wanê Zeki Seven rapor xwend û wiha got: "Li herêma Wan, Agirî û Bedlisê 5 hezar test hatine kirin. Li grî van testan 75 kes bi şewbê ketine û 91 kes jî bi awayekî şik tên dermankirin. 60 kes piştî tedewiyê şandin malê. Heta niha 13 kesan bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Em hemû xebatkarên tenduristiyê yên jiyana wan di bin rîskê de ne silav dikin û 1'ê Gulanê li wan pîroz dikin. Tora Pevnasîn (înformatîk) a Perwerdehiyê (EBA) navê jiyan qedexe kir. Em dipirsin kesên navê Jiyan qedexe kirin der barê wan de lêpirsîn hat vekirin ya na? 
 
Seven, anî ziman ku li gel Covît-19  ku hemû cîhan xistiye bin kontrola xwe dîsa li fabrîqeyan hilberîn berdewam dike û dîsa karker bê ewle û tedbîr kar dikin. Mixabin ewlehiya karkeran ji aliyê karsazan ve bi qasî tê xwestin nayê parastin. Kedkar û karkeran dixin qurbana sermayedaran.  Herî zêde kedkarên tenduristiyê li dijî şewbê têdikoşin. Di revên pêş de cih digirin. Lê ji bo wan tu tedbîr nehatiye girtin. Divê cudakariya di navbera mamosteyan de bi dawî bibe. Divê heqê mamosteyan bê kêmasî bê dayîn. Tora Pevnasîna Perwerdehiyê (EBA) navê Jiyan qedexe kiriye. Ev bêtehamuliya li dijî Kurdî nîşan dide. Em carek din ji rayedaran dipirsin. Wekî navê Jiyan wekî din nave qedexe hene? Bingeha zagonî ya van qedexeyan heye? Der barê kesên qedexe kirine lêpirsîn û doz hatiye vekirin ? 
 
Bi pergala EBA wekheviya firsenda perwerdehiyê ji holê rakiriye. Bi taybetî li bajarên herêmê, ji ber xizaniyê û tunebûna derfetên înternetê nikarin xwe bigînin perwerdehiyê, newekheviya firsenda perwerdehiyê datîne holê. li aliyê din qedexeya li ser zimanê Kurdî nayê qebûlkirin. 
 
Li cihê ku HABER-SEN lê bi rêxistin e li PTT tîmên postê di şertên giran de kar dikin. Li gel ku derketina kolanan qedexe ye ji disa bê navber kar dikin. Li gel vê riskê û şertên giran, tene rojê 2 - 3 saet mesaiya sêde dide wan. Divê heqê tam bide wan û ev mafê herî rewa yê karkeran e. Divê hemû xizmetkarên PTT'ê di kontrola tenduristiyê re derbas bibin. Divê ne karê mecbûrî be li ser rêya înternetê bê kirin. Lê tu daxwazên me pêk nehatin. 
 
Divê hemû personelên cemaweriyê di testê re bên derbaskirin. Di vê pêvajoya ku hemu cîhan bi şewbê mijûl dibe gorên zarokên Kurdan dişkînin û zerarê didinê. Mirov li kolanê ji piştve tên kuştin. Li girtîgehan girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin."