Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê

img
AMED - Meclîsa SKM’ê ya Amedê ji bo 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran bang kir û xwest di pêvajoya vîrusa coronayê de karker û jinên kedkar yên karên mala dikin destûra biheq bigirin.
 
Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) ên Amedê xwestin ku di pêvajoya vîrusa coronayê de karker û jinên kedkar yên karên mala dikin destûra biheq bigirin û ji bo 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran li Taxa Kaynartepe ya Rezana Amedê daxuyanî da. Cigira Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî tev li daxuyaniyê bû. Dovîzên li ser  "Destûra biheq, li dijî tundiyê xeta serlêdana lezgîn” , “Di koronayê de tundî û mêhtin zêde dibe, jiyan li malê hilnayê, 1’ê Gulanê serî hilde” û “Jin biçin malê korona, bimînin mal tundî û birçîtî” nivîsandî hatin hilgirtin. Li ser navê meclîsê Satiye Ok daxuynî xwend.
 
‘LI MALA BIRÇÎTÎ, XIZANÎ Û BÊKARÎ HEYE’
 
Ok, diyar kir ku ji roja ku vîrusa coronayê dest pê kirî desthilatdarî ji jinan re dibêje ji malê dernekevin û got: “Lê bi xebata ku em bi rojan di kolanan de dimeşînin me dît ku li mala jiyan nîne. Çi heye? Birçîtî, xizanî û bêkarî heye. Ji bo ku li malê jiyan hebe divê ji karkeran re destûra biheq bê dayîn. Em daxwaza ji bo destûra biheq dîsa dubare dikin. Di heman demê de em jin dixwazin karê me yê di hundirê malê de xuyangtir be. Ji ber wê yekê divê keda nava malê demildest biheq be. Divê dewlet heqê fatûre, kirêyan bide. Heke li malê jiyan hilbê divê hemû gel li mal bimîne, ewlehiya xwe bigire û dewlet pêwistiya wan pêşwazî bike, encax wisa be.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê”, “ Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Piştevaniya Jinê” bi dawî bû.