Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir

img

COLEMÊRG - Li gundê Biyadir ê Çelê dema çeltûkê dest pê kir. Ji ber ku îsal dema çeltûkê ketiye meha Remezanê welatî bêtir zehemtiyê dikişînin. Welatiyan hem bal kişand ser vê zehemtiyê hem jî şewba vîrûsa coronayê û gotin, berên li gundê wan şîn tên têra herêmê gişî dikin. 

Li gundê Biyadir ê navçeya Çelê ya Colemêrgê, dest bi çandina çeltûkê hat kirin. Welatiyên ku sibehê zû radibin û berê xwe didin nav erdan, anîn ziman ku berên li gundê wan şîn tên têra herêmê gişî dikin. 
 
Farûk Seven, anî ziman ku li dijî vîrûsa coronayê wan xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine û got: "Heger em hilneberînin em ê ji birçîna bimirin. Wê xela çêbibe. Mezinên me ji me re digotin. Berê jî nexweşîneke wisa çêbûye û paşê xela çêbûye. Li herêma me gelek mirov ji ber xelayê mirine û perîşan bûne. Helbet ê ku ecela wî hatibe wê bimire, lê heger em ji niha ve tevdîrên xwe negirin em ê ji birçîna bimirin. Em ê serê her beşeke vî erdî 4 kîlo çeltûk deynin û 5 meh şûnde wê 100 kîlo ber bi dest me bikeve. Ma ev ne bereket be çî ye? Loma divê em bi çandiniyê re eleqedar bibin û muhtacî kesî nebin." 
 
TÊRA HERÊMÊ TEVÎ DIKE 
 
Seven, anî ziman ku li gundê wan birinc, genim, garis, fasûle û kuncî jî şîn tên û got, berên li gundê wan şîn tên têra herêmê tevî dikin. 
 
Umît Ozbek jî anî ziman ku li nav erd alîkariya hev du dikin û got: "Îsal baran pir bariya û a rast ji bo çandiniyê em hinekî dereng man. Çandina çeltûkê di serê Nîsanê de dest pê dike. Piştî erd tê çandin erazî wekî hawizên çeltûkan tê amadekirin. Paşê mirov avê bera ser van ahwizan dide. Piştî ax têra xwe avê vedixwe çend kes van hawizan şolî dikin. Dû re birinca ku hefteyekê di nav avê de tê hiştin li van hawizan tê çandin." 
 
TEKANE ÇARE AX 
 
Ozbek, birbîr xist ku ji ber şewbê mirovan berê xwe daye gund û got: "Êdî me gişa fêm kir ku heger em li gunda hilneberînin wê jiyan zehmetir bibe." 
 
Gullu Ozbek jî destnîşan kir ku her sal van çaxa gelek akrê wan heye. Ozbek ku ji bo beraz neyên nav erdan li dor erd çîtan diçikîne, got: "Heya ev ber şîn tên û karê nav erda diqede hema bêje em her karî dikin." 
 
Leyla zbekê jî got: "Hema bêje ji zarokatiay xwe ve em vî karî dikin. Tevî zilaman em vî karî dikin. Gava karê zilaman diqede em jin pelên mêwean berhev dikin û difirşin. Her wiha em li qeraxa çemê gund nane, sibit, alo, karî û gihayên din berhev dikin. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Ji ber ku wekî din tu dahateke me tuneye."