Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin

img

ŞIRNEX - Li Silopiyayê cotkarên fisteqa diçînin, nizanin wê ji ber berazên ku êvarî li nav erdê wan dixin çi bikin. Cotkaran, anî ziman ku esker nahêlin bi şev nobeta erdn xwe bigirin. 

Li gundê Rihanî yê Silopiyaya Şirnexê gundiyan dest bi çandina fisteqan kirin. Lê belê di dema çandiniyê de yek ji zor û zehemtiyên ku gundî pê re rû bi rû dimînin jî beraz in. Gundiyan anî ziman ku ji ber ku esker nahêlin bi şev nobeta erdên xwe bigirin beraz jî xwe li nav erdên wan dixin û erdê vedidin û tuxumên wan dixwin. 
 
DIXWAZIN BOBETA ERDÊ XWE BIGIRIN
 
Cotkar Şeyhmûs Yerlî, anî ziman ku erdê xwe ajotiye û bi qasî 500 donim fisteq çandiye. Yerlî, diyar kir ku serê donimê 1000-1500 TL mesref kiriye û got: "Lê belê bi şev beraz tên tuxumên me derdixin û dixwin. Ji bo vê me jî ji eskerean re got, em dixwazin bi şev nobeta erdên xwe bigirin. Lê belê esker bi hinceta 'ewlehiyê' nahêlin em erdê xwe biparêzin." 
 
Yerlî, xwest ku ji bo nobetgirtinê destûr bê dayîn û got, heman tişt tê serê cotkarên din jî. 
 
Yerlî, got: "Her şev xwe li nav erdên me dixin û zirarê didin erdê me. Me bi texsîtan traktorên xwe kirîne. Erdê me îcare ye. Tenê em dixwazin bihêlin em nobeta erdên xwe bigirin." 
 
Cotkar Huseyîn Efeltî jî anî ziman ku tenê debara xwe bi fisteqan dikin û got: "Ji sihora ve em dişixulin. Heger 100 donim erdê te hebe, mesrefeta te 150 hezar TL ye. Em bi ceryanê bîran dikolin. Lê beraz erdê me mahf dikin. Heger tu pêşin bikirî kîloya tuxum 25, bi texsîtan bikirî 32 TL ye. Piştî em tuxumên xwe diçînin beraz tên wan derdixin. Loma car heye em heman erdî çend caran datînin. Em dixwazin ev mesele bê helkirin." 
 
‘HEGER BERÊN ÎTHAL NEYÊN EM Ê QEZENC BIKIN' 
 
Efeltî, destnîşan kir ku wê di dawiya çandiniyê de diyar bibe ka heqê keda xwe distînin an na û got: "Heger ji derve ve berên îthal neyên belkî tiştek bi dest me bikeve."
 
Her wiha Efeltî, bal kişand ser qutkirina ceryanê jî û got: "Par ji ber ku 3 cotkaran nikaribûye deynê xwe yê ceryanê bide DEDAŞ'ê ceryana herêmê gişî qut kir." 
 
Efeltî, destnîşan kir ku bi piştevanî û alîkariya ji bo wan wê ev pirsgirêk çareser bibin û got: "Niha şewba vîrûsê heye. Qet nebe bila îsal berên îthal neynin. Niha min 250 donim erd çandiye. Lê heger ne ji berên îthal be em ê karibin 400 donimî jî deynin." 
 
MA / Mujdat Can