Banga ji bo karkerên tekstîlê

img

ÎZMÎR - Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger Fatma Alokmen, destnîşan kir ku şewb heye lê belê hê jî fabrîke dişixulin û ji bo 1'ê Gulanê bang li karkerên tekstîlê kir ku xwe birêxistin bikin. 

Sendîkaua Karkerên teksstîlê yên Şoreşger, di meha Nîsanê de der barê bandra şewba Covîd-19'yê ya li ser karkerên tekstîlê û tevdîrên li fabrîkeyan nayên girtin raporek amade kir. Wê sendîka van rojan rapora xwe bi raya giştî re parve bike. 
 
Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger Fatma Alokmen, anî ziman ku di pêvajoya şewbê de di serî de mafê jiyanê û bi giştî jî gelek mafên karkeran hatine binpêkirin. Alokmen, diyar kir ku bêyî ku tevdîr bên girtin karker tên şixulandin û got, ji roja şewb dest pê kiriye heya niha gelek kes giliyên atolyeyên tekstîlê dikin. Alokmen, got: "Li gelek fabrîkeyan karker bi şewbê ketine. Lê ev karker ji ber sîparîşên xwe navber nedane hilberînê. Li fabrîkeyan ewlehiya jiyanî ya karkeran qet esas nayê girtin. Ji hin fabrîkeyan agahî ji me re hatin û me jî raporek amade kir." 
 
Alokmen, diyar kir ku li gelek fabrîkeyan maske û lepik nadin karkeran û got, awayê xebata sektora tekstîlê jî bi usûla bandî ye. Alokmen, bilêv kir ku mirov dest didin heman perçeyî û got: "Gelek fîrmayan bi me re hevdîtin çêkiribûn. Gotibûn, 'We nûçe parve kiriye, lê em li gor îzolasyonê tev digerin. Me makîneyên xwe li gor wê amade kirine.'" 
 
TEVDÎR NAYÊN GIRTIN 
 
Alokmen, diyar kir ku li Îzmîrê hin fabrîkeyan destûra salane bi karkerên xwe dane bikaranîn û got, hin fabrîkeyan jî ji bo xebata demkurt serî li tehsîlatê dane. Alokmen, diyar kir ku ji ber ku karkerên Testîla Akarê ji ber vîrûsê neçûne kar tesktîlê navber daye hilberînê, lê belê bi atolyeyên ku peyman bi hev re çêkirine hilberîna xwe didomîne. Alokmen, got li van atolyeyan jî tevdîr nayên girtin. 
 
Alokmen, destnîşan kir ku çendî ku karkeran daxwaz kiriye jî tevdîr nehatine girtin û got: "Mesela li cihên ku tevdîr nayên girtin karker dikarin bibin yek û kontrolê bikin. Diviya ji bo karkeran destûra biheq hebûna, lê belê bi pêkanîna tehsîlata xebata demkurt mafê karkeran tê binpêkirin. wekî hûn jî dizanin mafê tehsîlata xebata demkurt hat dayîn. Di biniya meaşê kêm re meaş didin karkeran. Karker nikarin bi hezar û 600 lîreyî debara xw ebikin. Fîrmayên ku ji bo tehsîlata demkurt serlêdan pêk anîne, tehsîlat ji PTT'yan re hatine şandin. Ji ber vê jî li ber postexaneyan mirov dikevin rêzê. Îqtidar behsa îzolasyonê dike, lê di heman demê de jî tiştekî wiha dike ku karker li ber PTT'yan têkevin rêzê." 
 
LI DIJÎ ÊRÎŞAN RÊXISTINBÛYÎN 
 
Alokmen, bang li karkeran kir ku di 1'ê Gulanê de daxwazên xwe bînin ziman û got: "Îsal em 1'ê Gulanê di şert û mercine pir xirab de pêşwazî dikin. Beriya her tiştî ji ber qedexeya derketina derve wê tenê nûnerên saziyan dakevin kuçeyan. Divê îsal 1'ê Gulanê bibe destpêkeke û pêvajoyeke pir giran li benda meye. Wisa xuyaye wê îqtidar şert û mercine girantir li çîna karkeran ferz bike. Loma divê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin." 
 
MA/ Sevda Aydin