Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin

img
AMED - Piştî şewba virûsa corona (Covît-19) li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin. Ji ber girtina kargeriyan û betalî zêde bû welatî nikarin debara xwe bikin. 
 
Li Tirkiye piştî di 10'ê Adarê vîrûsa corona (Covît-19) hat dîtin, zêdeyî 5 milyon û 100 hezar mirov betal man. Ji ber kargerî  hatin girtin û betalî zêde bû, welatiyên ku nikaribûn debara xwe bikin bêtir ketin rewşek xerab. Bêtir nikarin debara xwe bikin û di rojên pir zor re derbas dibin. Piştî vîrûs belav bû, tenê li Amedê 8 hezar û 684 kargerî ji bo demekê hatin girtin. Dîsa 30 hezar karkerên li van kargeriyan kar dikirin betal man. Esnaf û karsazên ku nekarîbûn piştgiriyê ji dewletê bigirin gelekan cihê karên xwe girtin û li mala xwe rûniştin. 
 
Welatî Hayriye Sucu (40) diyar kir ku piştî qedexeya kolanan, nikare debara xwe bike û zarokek wê nexweşê sara ye û nikare tedawî bike. Sucu, anî ziman ku nikare debara xwe bike û 
 
Welatî Fırat Turan (28) jî diyar kir ku betal betal digere û kar bi dest naxe. Turan, da zanîn ku wekî wî gelek ciwan betal in û wiha got: "Ez li Navçeya Rezan dijîm. Betalî li vir pir zêde ye. Hûn biçin taxa 5 Nisanê ya Rezan, li vir hemû ciwan betal in. Ji 10 malbatan 8 malbat nikarin debara xwe bikin û birçî ne. Li serê her malê 3- 5 hezar cezayê ceyranê birîne. Li piraniya welatiyên taxê ev ceza birîne. Li welatiyên xizan 5 hezar tl ceza birîne. Em ji hikûmetê dipirsin ev pere diçe ku. Bacên ji gel distînin diçe ku? Ev bê edaletî ye. Kolanan qedexe dikin û mirovan di malên wan de birçî dihêlin. Divê pêwistiyên mirovan temîn bikin." 
 
Esnaf Mehmet Yildiz ê ku pişti şewbê dikana xwe ya zîv girt û wiha got: "Niha ji gel 10 TL dixwazin. Dewleta ku 10 TL ji me dixwaze tiştekî nade me.  Ez mehê hezar û 500 tl pere didin kira dikanê. Lê hêj min tu kar nekiriye. Gelek esnaf ji ber kar nakin dikanên xwe girtin. 
 
Hasan Kaplan ê 35 salî ji anî ziman ku tenê gurçikek wî heye û niha betal e. Kesên rewşa wan ji rewşa min xerabtir hene. 
 
Zêrker Hikmet Tunç jî anî ziman ku 25 salin zêrkeriyê dike û wiha got: "Di nava 25 salan de du caran rastî qeyrana aborî hatm. Berê jî rastî qeyrana aboî hatim. Lê ne wisa bû. 
 
MA / Fethî Balaman - Cahît Ozbek