Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were

img
STENBOL – Karker û kedkarn bi wesîleya Cejna Karkeran 1’ê Gulanê bal kişandin ser grîngiya têkoşîna rêxistinkirî û gotin azadî bi rêxistinbûnê dikare were.
 
Îsal ji ber vîrûsa koronayê wê Roja Cejna Karkeran 1’ê Gulanê bi girseyî neyê pîrozkirin. Di serî de li Stenbolê û li gelek bajarên din karker û kedkar beriya 1’ê Gulanê li ber cihên lê dixebitin roja xwe pîroz kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Tê payîn sibê jî li gelek deveran 1’ê Gulanê her çiqas ne girseyî be jî bi daxuyaniyan were pîrozkirin. Karker û kedkarên dê îsal ji ber koronayê dernekevin qadan diyar kirin ku 1’ê Gulanê ji bo wan girîng e. Karker û kedkaran dan zanîn ku divê karker û kedkar werin cem hev û xwer bi rêxistin bikin ku keda wan neyê desteserkirin. Karker û kedkaran ji ber ku gelek hevpîşeyên wan bi şewba koronayê jiyana xwe ji dest dane jî xemgîniya xwe anîn ziman û ev yek bandorê li ser civakê jî dike. Karker û kedkaran bot divê li dijî her cûre neheqî rêxistina karkeran berfireh û mezintir bibe. Karker û kedkaran diyar kirin ku ew 1’ê Gulanê jî wek cejna berxwedanê dibînin û pêwîste karker û kedkar daxwazên xwe bînin ziman. Karker û kedkaran dan zanîn ku 1’ê Gulanê ji bo wan rojek bi nirx û pîroz e û gotin ew dikarin azadiyê bi rêxistinbûnê bi dest bixin.