HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne

img
ENQERE - Komîsyona Kedê ya HDP'ê bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkeran peyamek weşand û got: "Ji bo em jiyanek nû ava bikin, li mal, kolan, ewyan, kargerî, fabrîqe, bax û baxçeyên xwe em jiyanê radiwestînin û bi tilîlî û dirûşmeyan 1'ê Gulanê pîroz dikin. Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne." 
 
Komîsyona Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Têkoşîna Yekîtî û Piştevaniyê ya Karkerên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Li ser navê komîsyonê, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê û berpirsiyarê Komîsyona Kedê Şaziye Kose daxuyanî da. Kose di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku dê bi piştevanî û yekitiyê qedera xwe bi destê xwe diyar bikin û got: "Ji bo em jiyanek nû ava bikin di 1'ê Gulanê de em li her derê ne. Ji bo em jiyanek nû ava bikin, li mal, kolan, ewyan, kargerî, fabrîqe, bax û baxçeyên xwe em jiyanê radiwestînin û bi tilîlî û dirûşmeyan 1'ê Gulanê pîroz dikin. Li Cîhanê û Tirkiyeyê li gel şewba Covît-19, li dijî mafê azadî û keda karker û kedkaran êrîşek heye. Bi şewba vîrûsê re li cîhanê û Tirkiyeyê qeyrana pergala kapitalist bêtir kûr bûye. Têkoşîna navbera çînan bêtir tûj bûye."  
 
'QEYRAN NE JI BER ŞEWBÊ YE' 
 
Komîsyona kedê anî ziman ku qeyrana li Tirkiye û cîhanê derketiye holê ne ji ber şewbê ye û wiha got: "Qeyrana li cîhanê û Tirkiyeyê ne ji ber şewbê ye. Hikûmet bi pakêtan, ewil hewl didin sermayedaran ji qeyranê rizgar bikin. Dibêjin 'Berê aborî' û qîmet nadin tenduristiya civakê. Serokê DYA Trump got 'Fatûra aboriyê ji ya tenduristiyê xerabtir e. Waliyê faşîst ê Teksas  jî got "Li şûna aborî têk biçe bila kal û pîr bimirin" Serokê Îngiliz ê emperyalîst Boris Johnson jî got 'Berdin bila kal û pir bimirin. Bila civak fêrî nexweyiyê bibe' Mixabin li Tirktiye jî hişmendî yek e. 
 
Îsal di 1'ê Gulanê de karker dê tercîha xwe bikin. An em ê dengê xwe nekin û zilmê qebûl bikin. An jî em ê vê zilma sermayedaran red bikin. Qerinên xwe bikin yek û bi hevre qêrîna xwe bilind bikin. Em ê destê xwe bidin hev û li qer qadê dengê xwe bilind bikin. Em îsal li kolan, fabrîqe, kargerî, bax û botanan destê xwe didin hev qerîna xwe dikin yek jiyanê radiwestînin û 1'ê Gulanê li her derê pîroz dikin."