Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike

img
RIHA - Wê îsal jî bi sedhezaran kes ji Rihayê wekî karkerên demsalî bidin ser rêyan.Welatiyên ku wê îsal "destûra taybet" bigirin biçin, behsa zor û zehmetiyên û şert û mercên pê re rû bi rû dimînin kirin. 
 
Li Rihaya ku her sal 4 milyon dekar ax tê avdan, ji sedî 45'ê pempû lê tê çandin, ji sedî 38'ê nîskê welêt lê tê çandin, ji sedî 22'yê garisê welêt lê tê çandin û ji sedî 9'ê cehê welêt lê tê çandin, wê îsal jî bi deh hezaran kes wekî karkerên demsalî berê bidin bajarên cuda. Li bajêr hema bêje her sal nêzî 400 hezar kes wekî karkerên demsalî diçin hêla Behra Reş, Anatolyaya Navîn û Herêma Egeyê. Karkerên ku piranî jê tevî malbatên xwe diçin, nêzî 6 mehan di şert û mercên nebaş de dimînin. 
 
Ligel van tiştan îsal şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) jî heye. Wezareta Karên Navxweyî ji bo kesên dê biçin kar şertê "destûra taybet" da ber wan. Li gor şertê wezaretê, kesên di ser 65 salî û di biniya 20 salî re, ji bo biçin divê ji midûriyetên çandiniyê belgeya destûrê ya geştê bigirin. 
 
Bavê zarokekî Ferdî Şeyhanli ku ji bo biçe Edeneyê serlêdan pêk aniye, anî ziman ku hê jî destûra wan nehatiye dayîn û got: "Dibêjin vîrûs heye, ê îjar em ê çawa biçin û bixebitin? Te dît dibêjin, 'Mirov bi derdê xwe dimire.' Me jî kir nekir nekir me derdê xwe ji eksî re negot. Li Rihayê di tesktîlekê de dişixulîm. Nêzî 500 kes lê dişixulîn. Ji me re gotin 'vîrûs heye' û 300 kes ji kar derxistin. Li şûna me zarokên temenê wan biçûk anîn. Me dît nabe, me jî got em û zar û zêçan tev de biçin li derve bişixulin. Ew jî nebû. Li Edene, Enqere, Çanakkale hema li ku kar hebe em diçin di nav wê rezîliyê de dişixulin." 
 
ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ 
 
Şeyhanli, anî ziman ku ji ber şewba coronayê rewşa wan nebaş e û got, ji malbata wan 7 kes çûne li derveyî bajêr dixebitin, lê belê li cihê ku çûnê jî ava vexwarinê jî bi zorê bi dest wan dikeve. Şeyhanli, got: "Em tim li derve ne. Kengî dema kar biqede, wê çaxê em tên malê. Her wiha heqê keda me jî bi dest me nakeve. Em tim tên xapandin. Mesala, em bêjin 10 hezar TL'ê me li wan e, dibêjin 'na 6 hezar e.' Em jî ji mecbûrî qebûl dikin." 
 
NÎV SALÊ DIŞIXULIN 
 
Orhan Yildiz ku 12 sal in tevî malbata xwe karê demsalî dike, anî ziman ku diçin Denîzliyê dendikê gula kom dikin û piştî 6 mehan dîsa tên bajarê xwe. Yildiz, bal kişand ser şert û mercên rêwîtî û xebatê û got: "Gava em diçin em bi gelek pirsgirêkan û talûkeyê re rû bi rû dimînin. Mesela di rê de xetereya ku qezayek biqewime zêde ye. Her wiha li nav erdan em bi heywanên kûvî re rû bi rû dimînin. Her wiha perê karê em dikin jî en tiştekî emtihî ye. Ji ber ku em mecbûr in em tên. Em 6 mehan dişixuliin û 6 mehê din jî li mal in. Çimkî kar tuneye. Wisa xuyaye heya em sax bin wê wisa be." 
 
Yildiz, bal kişand ser şewba vîrûsa coronayê jî û got, cihê ku ew diçinê bi awayekî qelebalix dişixulin û got, 8 kes di konekî de dimînin. Yildiz, got: "Em bi dilê xw enaçin. Ma mirov dixwaze di vê perîşanî û rezîliyê de bişixule?"