Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve

img
STENBOL – Li Kadikoyê tevî qedexeya derketina derve jî karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Înşatê û Umut Senê ku bi armanca daxwazên xwe bînin ziman derketin kolanan hatin binçavkirin.
 
Li navçeya Kadikoya Stenbolê tevî ku ji ber şewba koronayê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin jî ji ber 1’ê Gulanê hin karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Înşatê û Umut Senê ku bi armanca daxwazên xwe bînin ziman derketin kolanan û heta Lengergeha Emînonu ya li Kadikoyê meşiyan.
 
Karkeran pankartên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Ji karkeran re pandemî tune ye gelo?” vekirin û dirûşmên têkildarî mafên karkeran berz kirin.
 
Çalakvan gihîştin ber Lengergeha Emînonuyê û xwestin bi daxuyaniyekê pirsgirêk û daxwazên xwe bînin ziman. Polîsan destûr neda daxuyaniyê û mudaxeleyî karkeran kir û 10 kesan binçav kir.