Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne

img
ENQERE – Endamên Malên Gel li ber Peykerê Madenvanan ê Enqereyê bertek nîşanî mudaxele û binçavkirinên 1’ê Gulanê yên li Stenbolê dan û gotin ew li her derê ne.
 
Li Enqereyê tevî qedexeya derketina derve jî endamên Malên Gel, li ber Peykerê Madenvanan ê Enqereyê civiyan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Endamên Malên Gel dovîzan hildan û dirûşm berz kirin û bertek nîşanî binçavkirina rêveberên DÎSK’ê yên li Stenbolê dixwestin 1’ê Gulanê pîroz bikin dan. Li ser navê endaman Hevseroka Malên Gel Dilşat Aktaş axivî û diyar kir ku ji ber şewbê tevdîrên hatine girtin ne ji bo feydeya gel e û got: “Ev îqtîdar dijminê ked û maf e. Yên ku li meydanan kedê desteser dikin hûn in. Meydana Taksîmê meydana 1’ê Gulanê ye. Bijî Taksîm û bijî 1’ê Gulanê. Bila binçavkirinan demildest berdin. Em li her derê ne.”
 
Çalakvanan daxuyaniya xwe bi berzkirina dirûşman bi dawî kir.