Polîsan konvoya 1'ê Gulanê ya karkeran asteng kir

img
 
 
MÊRSÎN - Li Mêrsînê karkeran xwest bi awayekî konvoyî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bikin, lê belê polîsan konvoya karkeran asteng kir. 
 
Karkerên paqijiyê yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi wesayîtên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Yenîşehîrê konvoyek çêkirin. Gava karker li Kolana Pozcûyê digeriyan polîsan ew dan sekinandin û gotin: "Destûra tuneye." 
 
Karkeran jî bertek nîşan da û anîn ziman ku ji xwe ew tim û tim li kuçe û kolanan dixebitin. Li ser vê polîsa û karker ketin qirika hev du û polîsan ji karkeran xwest alayên bi wesayîtan hatine daliqanin rakirin an jê wê wan binçav bikin. Karkeran jî got, "Ev ala alaya karkera ye. Alaya sendîkaya me ye. Ne alaya tu partiyeke siyasî ye" û ala ranekirin. Piştî astengiya polîsan karkeran jî dev ji konvoyê berda.