Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Işik: Civakeke ehlaqî û polîtîk wê pêşî li ber rêxistinbûyînê vebike

img
STENBOL - Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Farûk Işik, anî ziman ku AKP'ê şewba vîrûsa coronayê veguherandiye firsendê û li dijî karkeran texrîbata ku di 18 salan de nikaribû bike niha dike û got, ancax civakeke ehlaqî û polîtîk dikare pêşî li ber azadî û rêxistinbûyînê vebike. 
 
Li gelek welatan ji ber şewba vîrûsa coronayê hilberîn hatiye rawestandin. Li gorî rapora Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), li herêma Yekîtiya Ewropayê di warê aborî de ji sedî 7,5 bertekngiyek çêbûye û dê betalî jî bibe ji sedî 10,4. Di raporê de ji bo Tirkiyeyê jî hatiye gotin wê ji sedî 5 berteng bibe û wê betalî bibe ji sedî 17.2. 
 
Pisporê Rêxistinbûyînê yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Işik, polîtîkayên îqtidarê yên di dema şewbê de û rewşa rêxistinbûyîna çna karkeran nirxand. 
 
NE KARKER KARDÊR HATIN PARASTIN 
 
Işik, anî ziman ku berê jî karker di şert û mercên bêtemînat de dihatin şixulandin, lê belê ev yek di dema şewbê de xuyangtir bûye û got, di vê pêvajoyê de ne jiyana karkeran ne jî mafên wan hatiye temînatkirin. Işik, diyar kir ku tişta ku îqtidarê di 18 salan de nikaribû bike krîza di dema vê şewbê de kiriye firsend û texrîbata nikaribû bike niha dike. Işik, got: "Dibêje ez derxistina kar qedexe dikim, lê belê ji sermayeyê re jî dibêje 'heya tu karibû tu dikarî destûra bêheq bidî karkeran.' Ev yek kirin qanûn. Tiştekî pir tirsnak e! Sermaya û patron hatine parastin. Di vê pêvajoyê de bi tu awayî sendîka nehatine agahdarkirin û fikr û dîtina wan esas nehatiye girtin. Bi vê qanûnê ji dêvla ku karkeran biparêzin çûn kardêr tercîh kirin." 
 
WÊ 25 MILYON KES BETAL BIMÎNE 
 
Işik, diyar kir ku îqtidar bi van polîtîkayên xwe bûye sedema krîzeke pir cidî ku telafîkirina wê nepêkan e. Her wiha Işik, bal kişand ser daxuyaniya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) jî ku daxuyandibû wê piştî şewbê 25 milyon kes betal bimînin. 
 
Işik, anî ziman ku hê di destpêka şewbê de gotine divê kar bên rawestandin û got: "Lê mixabin gotin wê çerx bigerin û ji ber vê gelek xwişk û birayên me yên karker bi şewbê ketin an jî hin kes ji wan jiyana xwe ji dest dan. DİSK olarak daha salgının başında zorunlu olmayan işlerin durdurulması gerektiği talbeinde bulunduklarını dile getiren Işık, şöyle devam etti: “Maalesef çarklar dönecek dediler ve birçok işçi kardeşlerimize virüs bulaştı veya ölümlerine neden olundu. Dev Yapı İş Sendikamızın Avrupa Yakası Temsilcisi Hasan Oğuz yoldaşımızı kaybettik. Her anlamda işçi sınıfını zor bir dönem beklediği kaçınılmazdır.” 
 
Işik, destnîşan kir ku kapîtalîzm li Tirkiyeyê jî xwîna çîna karkeran dimête û got, loma ji xeynî piştevaniyê wekî din tu çare tuneye.
 
Işik, got: "Em dikarin bi piştevaniyê ji derheqê zor û zehmetiyan derkevin. Çimkî piştevanî jiyan e, kapîtalîzm mirin e." 
 
FONA BETALIYÊ JI BO ŞER TÊ XERCKIRIN 
 
Işik, bal kişand ser Fona Sîgorteya Betaliyê jî û got, ev fon ji bo hin tiştên din tê xerckirin. Işik, anî ziman ku li gor daneyên sala 2019'an di vê fonê de 131 milyar lîre hebûye û got, îqtidarê ev yek xistiye tehwîlên dewletê. 
 
Işik, got: "Çend sal berê îqtidara AKP'ê 10 milyar TL pere ji fonê kişand û ev pere neda. Paşê çavkaniyên fonê bi hinceta seferberiyê da kardêran. Niha jî ku pêdivî pir pê heye, çavkaniyên fonê yanî perê karkeran ji bo karkeran nayê xerckirin." 
 
Işik, destnîşan kir ku ev çavkanî ji bo polîtîkayên şerî tên bikaranîn û got: "Niha em sendîka, rêxistinên demokratîk, partiyên siyasî divê ji bo ku ev fon ji bo karkeran û malbatên wan bên bikaranîn israr bikin. Çimkî ev pere ê karkera ye. Lê belê di warê pêşengiyê de em qels man, dereng man. Bila ev jî xwerexnekirina min be." 
 
Işik, anî ziman ku di vî warî de çîna karkeran bêrxistin e û got, li gorî daxuyaniya Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê di meha ewil a şewbê de nêzî 270 şîrket ji bo tehsîlata xebata demkurt û ji bo 3 milyon û 44 hezar karkerî serlêdan pêk anîne. Işik, diyar kir ku yanî di heman pêvajoyê de 3 milyon karker betal mane û got: "Di meha dawî de hejmara betalan herî kêm du qat zêde bûye. Heger em li dijî vê kapîtalîzma wehşî birêxistinbûna û bibûna çîna karkeran, me yê îro ev tişt xeber neda û nenivîsanda." 
 
‘DIVÊ EM BIKEVIN PÊYÎ HEQÎQETÊ' 
 
Işik, anî ziman ku bersiva pirsa "Divê em çi bikin?' ew e ku li fabrîkeyan di warê sendîkayî û civakiyî de xwe birêxistin bikin û got: "Ev pêvajo dahurandina civaknasiyî ya heqîqetê û têkiliya wê ya bi neheqiyan re derxist holê. Heger em bikevin pêyî heqîqetê wisa bawer dikim em ê karibin hesabê neheqiyê bipirsin." 
 
Işik, destnîşan kir ku rêya xelasiya ji kapîtalîzmê ne bi sendîkavanî û partîzaniya dewletê, bi civakeke ehlaqî û polîtîk pêkan e û got, wê civakeke h-ehlaqî û polîtîk rê li ber hemû azadî û rêxistinbûyîna vebike. 
 
MA / Tolga Guney