Ji bo veguhêzkaran ne tevdîr tên girtin ne jî piştgirî tê kirin

img
RIHA - Esnafên Sîteya Veguhêzkeran a Rihayê, anîn ziman ku li sîteya wan li dijî vîrûsa coronayê ne tevdîr hatine girtin, ne maske dane wan û ne jî karê wan dibe û gotin: "Em daxilî nav pakêtên aboriyê yên hatine aşakerekirin jî nehatine kirin." 
 
Esnafên Sîteya Veguhêzkaran a Rihayê anîn ziman ku êdî nikarin kar bikin û gotin, li dijî şewba coronayê (Covîd-19) jî tevdîr nehatine girtin û di peydekirina maske û lepikande zehmetiyê dikişînin. 
 
Esnaf Mehmet Kaya anî ziman ku ji bo tevdîrgirtinê serî li şaredariyê dane, lê belê şaredariyê ji wan re gotiye "maske tunene". Kaya, diyar kir ku xwestine ji dermanxaneyan masketan bikirin lê belê nayên firotin û ji ber vê ji sedî 90'ê esnafan bê maske ne. 
 
REWŞA KARÊ WAN NEBAŞ E 
 
Kaya, destnîşan kir ku ji ber şewbê hema bêje karê wan nemaye û got, krîza aborî ya ji ber şewbê kûrtir bûye bandoreke mezin li wan kiriye. Her wiha Kaya bal kişand ser desteka ji bo esnafan jî û got: "Gotin wê banke krediyê bide esnafên biçûk, lê tiştek wiha tuneye. Min jî serî lê da, gotin herî zêde em dikarin 10 hezar TL'yî bidin. 2 meh in min kar nekiriye, ma ez ê çi bikim ji 10 hezarî. Her wiha alîkariyê jî belav dikin, lê me tiştek nedîtiye. Heqê tehsîlata min î Bag-Kûrê 800 TL ye. Ez ê çawa bidim? Ji xwe berê karê me nebaş bû, lê bi vê vîrûsê xirabtir bûye." 
 
TEVDÎR NAYÊN GIRTIN 
 
Esnaf Mûstafa Dûrsûn jî anî ziman ku ji ber şewbê hema bêje karê wan nemaye û got, car heye serfetihê jî nakin. Dûrsûn, diyar kir ku şaredariyê sîteya wan dezenfekte nekiriye û ji ber vê ji mecbûrî ew xwe bi xwe tevdîrên xwe digirin.