Dolar bû 7.0174 TL

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Buhayê Lîrayê Tirk (TL) her ku diçe li hemberî Dolar qîmet winda dike. 1 dolar bû 7.0174 TL. 
 
Li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe zêde dibe. Betalî, li gorî her sal zêdetir e. Bazirganî her ku diçe kêm dibe. Keda mirovan her ku diçe erzan dibe. Li aliyê din xizanî jî zêde dibe. Jiber qeyrana aborî hêjmara kesên întîhar dikin jî zêde dibe. Piştî vîrusa corona hat Tirkiye û li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bû, qeyrana aborî bêtir kûr bû. Bi kûrbûna qeyranê re Dolar li hemberî TL bêtir buha bû. Qîmetê TL li hemberi dolar kêm bû. 1 Dolar bû 7.0174 Tl., 1 Euro jî bû 7.6775 tl