Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin

img

EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç, têkildarî rewşa esnafên dolmîşan ên Edeneyê pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Maliye û Xezînê Berat Albayrak bibersivîne. 

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya  Edeneye Tulay Hatimogullari Oruç, têkildarî rewşa  esnafên dolmîşan ên Edeneyê pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Maliye û Xezînê Berat Albayrak bibersivîne. Tulay Hatimogullari, anî ziman ku ji ber vîrûsa corona li gelek welatên cîhanê her tişt rawestiya ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê esnaf tên mexdûrkirin. Odeya Esnafên Dolmîşan a Edeneyê, ji bo ku ez bînim rojeva meclîsê pirsgirêkên esnafên dolmîşan bi min re parvekirin. Odeyê daxwazên xwe anîn ziman û diyar kir ku di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa corona de dolmîşên ku kapasiteya wan 14 rêwî ne daxistin 7 rêwiyan. Lê ligel vê yekê buhayê mazot, lastîk, aku, cezayê trafikê zem dikin. Sigorta û muayeneyên fennî zêde dikin. Ji ber van zeman qezencan me heqê van lêçûnan dernaxe. Makîneyên elektronik ên komkirina pereyan dixebitînin. Otobusên ku hêjmara rêwiyan zêdeyî 17 kesank bin rêjeya KDV ji sedî 18’an daxistin ji seyî 1,5’an. Lê li Edeneyê ev yek ji bo dolmîşan derbas nabe. Hêj rêjeya baca KDV  nehatiye kêmkirin. Ev yek xwediyê dolmîşan mexdûr dike. Divê wekî hemû esnafan ji bo esnafên dolmîşan ên Edeneyê jî dewlet alîkarî bide. Divê bi lez vê alîkariyê plan bike û pêk bîne." 
 
Hatimogullari ji bo Wezîr bibersivîne ev pirs pirsîn: 
 
1. Esnafên ji ber şewbê mexdûr bûne dê alîkarî bi wan re bê kirin ya na? 
 
2. Esnafên dolmîşan ên di aliyê aborî de pir zor û zahmetiyan dijîn, dixwazin deynê banka û qrêdiyan 8 mehan bê faîz bê taloqkirin. Ev daxwazên wan dê bên nixandin ya na? Ji bo vê yekê tu xebat heye ? 
3. Ji bo alîkariya sotemeniyê ya esnafên dolmîş û otobusan tu xebata we heye ya na? 
4. Di vê pêvajoya ku têkoşina li dijî pandemiyê tê niqaşkirin de çima lêçûna esnafan nayê kêmkirin. Çima her roj zem dibe. 
 
5. Li bajarên din ên derbasî pergala elektronîk a komkirina pereyan bûne, rêjeya KDV bêyî li hêjmara rêwiyan binerin kêm kirin daxistin ji %1,5’an. Li gorî wê divê ji bo esnafên Edene jî ev rêje kêm bibe. Ji bo vê yekê xebatên wezareta we hene ya na?"