Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin

img
DERSIM – Li gundê Elmaliyê yê girêdayî Bajaroka Periyê, piştî bi salan kuncî hatin çandin.
 
Li gundê Elmaliyê yê girêdayî Bajaroka Periyê ya navçeya Mêzgêr a Dersimê, ji aliyê Kooperastîfa Geşepêdanê ya Çandiniyê ve piştî bi salan kuncî hatin çandin. Hevşaredare bajarokê Orhan Çelebî ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî tevlî xebata çandina kunciyan bû. Çelebî, diyar kir ku berê kuncî li herêmê pir hatiye çandin û wiha got: “Em e careke din çandina kunciyan li herêmê zindî bikin. Weke kooperatif em bibin sedem ku cotkar dîsa çandina kunciyan zêde bikin. Em dest didin cotkarên xwe û bi hev re çandiniyê dikin.”