Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin

img

AGIRÎ - Bijîşk Sedat Abbasoglû, bal kişand ser rewşa karkerên ku di serdema şewba coronayê de jî li maden, înşeat, fabrîke û atolyeyan dişixulun û got: "Di şewba Covîd-19'yê de tenduristiya karkeran, ji wijdanê karkeran re hatiye hiştin." 

Endamê Komîsyona Tenduristiya Karkeran a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Bijîşk Sedat Abbasoglû, rewşa karkerên ku di pêvajoya Covîd-19'yê de jî tên şixulandin nirxand. 
 
Abbasoglû, diyar kir ku ji ber şewbê gelek kargeh bi xetereyê re rû bi rû ne û got, her sal nêzî 2 hezar karker di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest didin. Abbasoglû, bilêv kir ku xizmeta tenduristiya karkeran bûye amûreke piyaseyan û got, di pergaleke xebatê de ku bi deh hezaran qezayên karî nayên qeydkirin, niha karker bi şewba vîrûsa coronayê re rû bi rû ne. 
 
Abbasoglû, anî ziman ku têkildarî mijarê pêwendî bi yekîtiyên pîşeyî, endamên sendîkayan re danîne û hin anket kirine û bi van anketan hin dane berhev kirine, lê belê daneyên hatine berhevkirin têr nakin û got: "Ji xeynî daneyên ku Wezîrê Tenduristiyê her roj parve dike li ber destê me wekî din tu dane tunene. Lê belê ji bo pisporên tenduristiya gel û epîdemiyolog pêvajo binirxînin û civakês erwext bikin divê li ber destên wan gelek dane hebin." 
 
'BAR, ŞERT Û MERC Û SAETÊN KAR BANDORÊ LI TENDURISTIYA KARKERAN DIKE' 
 
Abbasoglû, anî ziman ku xebatkarên tenduristiyê yên di beşên awaret û serwîsên pandemiyê de dişixulin û qadên ku karkerên taşeronî lê dişixulin qadên herî xetere ne û got, şert û mercên xebatê yên xebatkarên tenduristiyê, dema xebatê û barê karî hem di warê qanûna karî hem jî di warê tenduristiya karker de tiştên neyînî di xwe de dihewîne. Abbasoglû, got: "Xebatkarên belavkirinê yên PTT'ê rojê 6 saetan dimeşin, diçin 70-80 cihî. Her wiha qasiyerên li marketan dişixulin jî di koma xetereyê de ne. Di şert û mercên ku mesafeya fizîkî lê tuneye de dişixulin. Li înşeatan jî bi taybetî di dema xwarinê û bêhnvedanê de xetereyê di xwe d edihewînin. Li madena jî çendî ku hilberîn hatibe kêmkirin jî xetereya ku pê re rû bi rû ne eynî wekî ya karkerên înşeatê ye." 
 
BIJÎŞK KIRINE XISTINE ŞÛNA KARKERÊN KIRÊKIRΠ
 
Abbasoglû, destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê di sala 2012'an de gotiye wê pirsgirêkên di warê tenduristiya karkeran de çareser bike, lê belê bi Qanûna Jimare 6331 a Tenduristî û Ewlehiya Kar pirsgirêk nehatine çareserkirin, tew bi ser de ximzetên tenduristiya karkeran hatine kesîdekirin. Her wiha Abbasoglû, destnîşan kir ku bi Qanûna Jimare 6331'ê bijîşkên cihê karî û pisporên ewlehiya karî xistine şûna karkern kirêkirî û got: "Di pergaleke tenduristiya karî ya bi vî rengî de, di pêvajoya Covîd-19'yê de tenduristiya karkeran ji wijdanê patronan re hatiye hiştin."