Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir

img

ÊLIH - Li Sasonê li baxçên çîlekan topkirina destê ewil dest pê kir. Li navçeyê 350 malbat debara xwe bi çîlekan dikin. 

Li navçeya Sason a Êlihê li baxçên çîlekan topkirina destê ewil dest pê kir. Di sala 2007'an de 5 cotkaran li qadeke 15 dekarî dest bi çandiniyê kiribû û niha li 9 gund û 14 mezrikan tên çandin û nêzî 350 malbat debara xwe pê dikin.
 
Li gundê Taxa Heyderê malbata Akkûşê 4 sal berê dest bi çandiniya çîlekan kiriye û niha 6 donim çîlek çandiye. Malbat, çîlekên xwe dixe qaseyan û datîne qeraxa rêya di navbera Êlih-Sasonê de û difiroşe. Ahmet Akkûş, diyar kir ku hem karê gubrekirin, avdanî û paleyiya çîlekan dike hem jî li qerxa rê çîlekan difiroşe. 
 
'DEBAR ZEHMET BÛYE' 
 
Dayik Sabîha Akkûş jî ku li nav baxçê çîlekan dişixule, diyar kir ku zar û zêç hemû li nav erd dişixulin û got: "Bi salan karê çandinî û sewalvaniyê dikim û min bi van karan zarokên xwe dan xwendin. 4 sal berê me li nav vî erdî dest bi çandina çîlekan kir. Jiyan zehmet bûye, lê dîsa jî em li ber xwe didin." 
 
Akkûş, anî ziman ku her tişt bi kedê ye û got: "Bi salan e em dişixulin. Vî zemanî kes nikare bi rihetî bişixule. Bêyî xebat û kedê nabe. Em şeveqê zû tên heya êvarê dişixulin. Ji ber ku niha meha Remezanê ye, em heya esir dişixulin. Îsal şewb jî belav bûye. Em kedê didin, lê li nav erd kîloya wn bi 3 lîreya ye. Ev çîlek bêhormn in. Lêçûna wan jî pir e. Erd îcar ye, gubre buha ye. Îjar hûn hesab bikin bê ê ji me re çi bimîne." 
 
HILBERÎNEKE ORGANÎK 
 
Akkûş, behsa taybetmendiyên çîlekên Sasonê jî kir û got: "Ji ber ku bêhormon in tên tercîhkirin. Ji bo her nexweşînê derman e. Nizam wê ji bo vîrûsê bibe çare yan na, lê vîrûs ji hormonan çêdibin. Heger hilberîna organîk zêde bibe wê vîrûs jî çênebin. Berên organîk bi kêrî her tiştî tên. Keçikên me çîlekan di ser çavê xwe jî didin. Bi kêrî çermê mirov jî tê..." 
 
Melek Akkûş ku mamoste ye lê nehatiye tayinkirin jî got: "Karê çandiniyê xweş e. Divê desteka ji bo çandinî û sewalvaniyê zêde bibe ku gundî karibin debara xwe bikin. Lê mêze niha vîrûs heye, her kes berê xwe daye gundê xwe. Loma divê hilberîn bê teşwîqkirin." 
 
KEDA JINÊ 
 
Keça malê ya biçûk Dîlek Akkûş jî destnîşan kir ku li Sasonê piranî jin karê çîlekan dikin û got, li her derî keda jinê li pêş e û got: "Dibe ku ên li ber çavan mêr bin, lê ên piranî vî karî dikin jin in. A rast li nav vî bexçî em cihêkariyê nakin. Ji destê kê çi tê dike. Lê lehengên van baxçeyan jin in." 
 
MA / Metîn Yoksû