Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tanzanyayê 2 hezar karkerên ku ji Tirkiyeyê biribûn û niha karê rêya trênê dikin, li gel şewba coronayê di şertên bê ewle û dijwar de kar dikin. 

Li Tanzanyayê 2 hezar karkerên ku ji Tirkiyeyê biribûn û niha karê rêya trênê dikin, li gel şewba vîrûsa corona di şertên xerab û dijwar de kar dikin. Serokdewletê Tanzanya John Magufuli ku ji ber sekn û polîtîkayên xwe tê rexnekirin, armanc dike ku rêya trênê beriya hilbijartina ku di Cotmehê de pêk bê têxe xizmetê. Ji bo rêya trênê beriya hilbijartinê têxe xizmetê ji Tirkiye 2 hezar karker birin Tanzanya. Rêya trênê ku 1.1 milyar dolar pere lê bê xerçkirin û dirêjahiya wê Hezar û 224 kilometre ye, dê welatên Uganda, Ruanda, Kongo ya Demokratik Kongo û Tanzanya bi hevre girê bide. 
 
Navenda Çêkirinê ku li Tirkiyeyê û qada navneteweyî projeyên Trêna Bi Lez dane ser xwe, 2 hezar karker ji Tirkiyeyê birin Tanzanya. Karker di şertên giran de û li gel rîska vîrûsê kar dikin. Karkerên ku ji şer şert û mercên di navde nexwest navê xwe bide, diyar kirin ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê lê şîrketên taşaron ên ku lê kar dikin zorê li wan dikin ku îstîfa bikin. Karkeran anîn ziman ku li qada 900 kilometreye 9 kampên cuda ava kirine û ji bo parastina li dijî vîrûsa corona tu tedbîr negirtine. 
 
 
Karkeran anîn ziman ku karkerê biu navê Akif Suzen bi şewba vîrûsa corona ketiye û nêzî hefteyekê di baraqayekê de hatiye rawestandin. Karkeran anîn ziman ku ji ber şewb ketiye nava kampan jî ew bi fikar in. Karkeran da zanîn ku herî dawî peyama "Ger ku li Kampa Navenda Çêkirinê pirsa şewbê ji we hat kirin tê bi tu awayî a gahî neyê dayîn. Tenê hûn dê agahî bidin bijîşkê TRC Peter." ji karkeran re hatiye şandin. 
 
Rayedarên şîrketê jî bi telefonê agahî nedan. 
 
Di 29'ê Nîsanê de ji Kenya û Tanzanyayê 272 welatiyên Tirkiye anîn Samsunê û xistin qarantînayê. 
 
MA / Metin Yoksu