KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin

img
ENQERE – KESK’ê bertek nîşanî daxuyaniyên têkildarî guhertina hilbijartina baroyan û rêxistinên pîşeyî da û got piştî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan niha jî dixwazin rêxistinên ked û pîşeyî bixin bin kontrola xwe.
 
Rêveberiya Desteya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî daxuyaniyên mudaxeleya li dijî baroyan û odeyên bijîşkan daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşanî îqtîdarê da. KESK’ê da zanîn ku ew bi rejîmek krîzê ya ku tu derbirîn li xweşa wê naçe re hevrû mane.
 
‘EV JÎ WEK TAYÎNKIRINA QEYÛMAN E’
 
KESK’ê di daxuyaniya xwe de pênaseya “Dîktatoriya De Facto” a di rapora Weqfa Bertelsmann de bi bîr xist û got ev pênase rastiyê radixîne ber çavan. KESK’ê da zanîn ku îqtîdarê vê pêvajoya şewbê ji xwe re veguherandiye fersendê û sepan û daxuyaniyên îqtîdarê ji her alî û însanan ve rastî nerazîbûnê tê. KESK’ê got di pêvajoyek ku însan di bin gefa şewbê de ne û bi nexweşînek cidî re rûbirû ne lê îqtîdar ketiye pey berjendiyên xwe û cudakariyê dike. KESK’ê diyar kir ku geşedanên di vê pêvajoya pandemiyê de ku derdikevin pêş her alî aciz dike û xelk êdî polîtîkaya vê îqtîdarê naxwaze. KESK’ê da zanîn ku zext û mudaxeleyên li dijî rêxistinên civakî yên sivîl nayên qebûlkirin û ew bi her awayî li gel baroyan û rêxistinê pîşeyî cih digirin û dê destûr nedin ev sazî bikevin bin kontrola hikumetê. KESK’ê daxuyaniyên îqtîdarê yên ji bo guhertina hilbijartinê baroyan û rêxistinê pîşeyî şiband şaredariyên hatine desteserkirin û got piştî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan niha jî dixwazin rêxistinên ked û pîşeyî bixin bin kontrola xwe. KESK’ê got ew ê bi her awayî li dijî van zext û mudaxeleyan têkoşîna xwe bi van rêxistinan re mezintir bikin.