Remezan hatiye lê dilmayî ne

img

MÊRSÎN - Welatiyan anî ziman ku îsal ji ber krîza aborî û şewba coronayê nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo meha Remezanê jî peyda bikin. 

Îsal ji ber krîza aborî û şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) meha Remezanê jî ne wekî berê yê. Welatiyên ji bo Remezanê diçin market û bazaran, anîn ziman ku nikarin lazmatiyên xwe bikirin û got: "Îsal sifreya meha Remezanê jî bêtahm e." 
 
Mehmet Hoca (62) anî ziman ku îsal bi awayekî dilmayî meha Remezanê pêşwazî kirine û got, ji ber bihabûnê û şewbê rewşa wan qet nebaş e. Hoca, got: "Li vî bajarî ma sifreya kê dewlemend e? Her tişt biha bûye. Êdî em nikarin tiştekî jî bikirin. Niha em bi deynan debara xwe dikin. Em goştê sor naxwin. Em nikarin li bazarê jî pêdiviyên xwe hemûyan bikirin." 
 
FIYET PIR BIHA NE 
 
Mizgîn Aykara (43) jî anî ziman ku meha Remezanê hatiye lê fiyet pir biha bûne. Aykara, bal kişand ser keysperestên Remezanê û şewbê jî û got: "Fiyet pir biha ne. Kes nikarin li gor dilê xwe alvêrê bike. Dewlet dibêje ez alîkariyê dikim, lê bi rastî jî alîkarî nayê kirin. Pêdiviya min bi alîkariya wan tuneye, lê bi rastî jî di dema vê şewbê de pêdiviya hin kesan bi alîkariyê heye. Mixabin alîkariya wan jî nayê kirin. Her kes dizanin çi çi ye." "
 
2 MEH IN GOŞT NEXWARINE 
 
Aydin Kûlaç jî anî ziman ku êdî ew dewlemdniay sifrên Remezanê yên berê nemaye û got: "Berê her tişt erzan bû, lê niha her tişt biha bûye. Li bazarê mirov gava çav fiyetan dikevin li bendê ne bibe êvar. Em nikarin her tiştî bikirin. Bawer bikin 2 meh in me goşt nekiriye. Êdî Remezan jî ne Remezana berê ye."
 
Sevîm Karabûlût (54) jî êdî ew kêf û coşa Remezanên berê nemaye û Remzî Seyrek jî ji ber ku nikarin pêdiviyên xwe peyda bikin coşa Remezanê jî ne wekî ya berê ye.